YPG: Gotinên fermandarê me hatine guhertin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku malpera bi navê Sputnik, di nûçeya xwe ya li ser navê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo daye de, gotinên Hemo guhertine.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku malpera bi navê Sputnik, di nûçeya xwe ya li ser navê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo daye de, gotinên Hemo guhertine.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dîroka 30.09.2015’an di malpera Sputnik bi îmzeya Hîkmet Dûrgûn li ser navê fermandarê me yê giştî Sîpan Hemo nûçeyek hatiye belavkirin. Hatiye dîtin ku di nûçeyê de axaftinên fermandarê me hatine guhertin û ji naveroka xwe hatiye dûrxistin. Daxuyaniyek me ya wekî ku bûye mijara vê nûçeyê çênebûye.”