Hevserokê KCD-E Ceylan, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga çûyîna ser sindoqan û dengdayînê kir. Ceylan da xuyakirin ku AKP bi zext, zordarî û hîleyan hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle, lê wê nikaribe bi ser bikeve.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên pêşwext de ji ANF'ê re axivî.
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan da xuyakirin ku li dijî faşîzma AKP'ê divê hêzên demokrasiyê di 1'ê Mijdarê de biçin ser sindoqan û ev bang kir; "Ji bo demokrasî û azadiyê divê her kes ji 8'ê Cotmehê û pê ve biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê."
'EM Ê DENGÊN XWE YÊN 7'Ê HEZÎRANÊ ZÊDE BIKIN'
Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê re, HDP xebatên xwe yên li Ewropayê berfireh dike. Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Ewropayê, di vê çarçoveyekê de xebatên xwe didomîne. Komîsyonên li Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swîsre, Îngilîstan, Awûstûrya û welatên Skandînavyayê hatine avakirin, li nava malan digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Endamê Koodînasyona HDP'ê ya Hilbijartê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan da xuyakirin ku armanca wan ew e, dengên xwe yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest xistine zêde bikin.
Ceylan got, "Di 7'ê Hezîranê de me dît ku polîtîkayên AKP'ê hem li Rojhilata Navîn, hem jî li Tirkiyeyê îflas kirine. AKP bi rêya DAIŞ'ê li Kobanê têk çû. Herî dawî bi hilweşîna benda ji sedî 10'an re li pêşberî gelê Kurd û hêzên demokratîk winda kir. Niha jî hewl dide bi hîle, dek û dolaban di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de polîtîkayên xwe yên qirêj bidomîne. Ji xwe ji 7'ê Hezîranê û vir ve, kê deng dabe HDP'ê êrîşî wan dike û hewl dide tolê ji wan hilîne. Her wiha tolhildana vê jî polîtîkayên wê yên tecrîdê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Vê rewşê li dijî gelê Kurd bi kar tîne."
'AKP WÊ BI SER NEKEVE'
Ceyla da zanîn ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de 2 partî tevlî hilblijartinan dibe û got, "AKP a nîjadperest û mêtînger, HDP a temsîlkariya gelan dike, tevlî hilbijartinê dibin. HDP, di serî de Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Asûrî-Suryanî hemû gel û baweriyan temsîl dike. Bi vê felsefeyê tevlî hlibijartinê dibe. Dewlet dixwaze ya ku di 7'ê Hezîranê de nikarîbû pêk bîne, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi cih bîne. Li hemberî vê biryara dewletê me jî biryara xwe dan; em ê li hemberî hemû êrîş û lîstikan têbikoş in. Em ê serketina xwe ya 7'ê Hezîranê di 1'ê Mijdarê de mezintir bikin."
'GIRÎNG E HER KES BI XWE RE DENGEKÎ DIN BÎNE'
Ceylan ragihand ku ew bi komîsyonên ji hezaran kesan ên li Ewropayê re xebatên hilbijartinê dimeşînin û ev nirxandin kir: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me xebateke berfireh meşand. Her çend em negihaştin armanca ku me danîn pêşiya xwe jî, serketina me bi dest xistine, biçûk nîne. Bi taybetî dengên li Elmanya û Hollanda li hemberî lîstik û hîleyan hatin wergirtin, serketineke. Gelê me fedekariyeke mezin kir, mal bi mal geriya û xebat meşand. Niha jî bi heman rengî xebatek berfireh tê meşandin. Ev meh û nîveke weke HDP û KCD-E me koordînasyoneke hevpar ava kirine. Bi vê ve girêdayî komîsyonên ji hezaran mirovan, xebatê dimeşînin. Di destpêkê de karê qeydkirinê hat kirin. Niha jî em planên birina hilbijêran li ser sindoqan dikin. Ji ber ku li Ewropayê bi qasî 2,800 hezar hilbijêr hene. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me 211 hezar deng stendin. Ez bawerim yên deng dane me ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî dixebitin. Pêwîste her kes bi xwe re dengekî bîne."
'JI BO JIYANEKE AZAD EM BIÇIN SER SINDOQAN'
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan di dawiya axaftina xwe de ev bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn kir: "Li hemberî şer, hilweşandin û terora AKP'ê, divê her kes seferber bibe. Li hemberî gotinên milî û xwecihî, ji bo welatekî ji Kurd, Ermen, Laz, Çerkes, Asûrî-Suryanî û ji hemû ziman û rengan. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk pêwîste em dengê xwe bilindtir bikin û biçin ser sindoqan. Dengekî jî gelekî girîng e. Ji ber ku me di 7'ê Hezîranê de dît ku li hin bajaran ji ber çend hezar dengan me parlamenter winda kirin. Lewma divê em bêjin dengek jî dengek e û biçin ser sindoqan."