ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin
Çeteya El Nûsra û komikên çete yên dûvikê wê, êrîşî gelê sivîl ê li taxa Şêxmeqsûd dikin. -
Koçyîgît: Xwerêveberî ji gelek pirsgirêkên welêt re çare ye
Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Îzmîrê Koçyîgît diyar kir, ku xwerêveberî dikare pirsgirêkên welêt çareser bike. Koçyîgît nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê da ku li Kurdistanê gel û kedkarên tenduristiyê hedef digire. -
Ji hemû derdoran destek ji HDP'ê re tê dayîn
Gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de destekê bidin HDP'ê. -
"Di meha Îlonê de 35 rojnamevan hatin binçavkirin"
Tevna Piştgiriye ya li dijî Sansurê, li ser sansur û êrîşên di meha Îlonê de li dijî çapemeniyê hatine kirin, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku 35 rojnamevan hatine binçavkirin û rojnamevanek jî hatiye girtin. -
HDP'ê giliyê îşkencekar û Wezîrê Karên Hundir kir
HDP'ê, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de giliyê berpirsyaran kir. -
Ji Partiya Çep a Swêdê desteka ji bo HDP'ê
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt, Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde û parlamentera Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork jî di nav de gelek parlamenteran dan xuyakirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ew destekê didin HDP'ê. -
Leyla Zana bi endamên PE re hevdîtin kir
Parlamentera HDP'ê Zana bi endamên Parlamenta Ewropayê (PE) re hevdîtin û xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. -
Koç: Ji bo hesap ji AKP'ê bê bipirsîn divê her kes biçe ser sindoqan
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, ji bo dengdayîna sibe li gelemperiya Ewropayê destpê bike bang li hemû hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. -
Li Menemenê êrîşa li hemberî avahiya HDP'ê
Komek êrîşî avahiya HDP'ê ya navçeya Îzmîr Menemenê kir, alên partiyê jê kiri û xwest bişewitîne. -
9 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin
Li Dêrsimê 9 welatî hatin binçavkirin. -
Li Girtîgeha Eskîşehîrê îşkenceya 'lêgerîn tazî'
Hat ragihandin, ku jinên ji bo serdanê diçin Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê, rastî zexta 'lêgerîna tazî' tên." -
Danîmarka ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê amade ye
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, wê li Danîmarkayê saet di 10:00 de sindoq bên danîn û heta 25'ê Cotmehê hilbijêr karibin dengê xwe bi kar bînin. -
Ozturk: Divê Elewî dengên xwe bidin HDP'ê
Seroka herêma NRW ya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê Fûnda Ozturk got, "Em rêxistinên Elewiyan, divê mirovên xwe bibin ser sindoqan û bihêlin ku dengên xwe bidin HDP'ê." -
Ciwanên ji bo azadiyê pedal dizivirînin gihiştin Romont
Di çalakiya pêşengiya Ciwanên Azad de ciwan di nav şertên zor û zehmet de gihiştin Romon. Armanca ciwanên ji bo azadiya Ocalan pedal dizivirînin sibe Lozan e. Wê ciwan sibe li Lozanê bi girseyê bên pêşwazîkirin. -
Di lêpirsîna cinayeta Dînk de ji bo 9 wezîfedarên emniyetê biryara girtinê
Têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk, di lêpirsîna der barê wezîfedarên gelemperiyê de li ser delîlên nû yên derketin holê ji bo 9 wezîfedarên emniyetê biryara binçavkirinê hat dayîn. -
Yîgîtalp: Pêwîst e jin li hember êrîşan xwe rêxistin bikin
Piştî rewşa awarte ya li Farqînê bi dawî bû, heyeta KJA ya li navçeyê dest bi lêkolînê kir têkildarî tiştên rû dane daxuyaniya çapemeniyê da. -
Li Îzmîrê 9 kes hatin girtin
Li Îzmîrê ji 10 kesên hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin. -
Fermandarê Hêzên Hewayî ya Tirk mikur hat ku li hember Kurdan ‘şer’ dikin
Ji artêşa Tirk a li hember gerîlayên HPG’ê windahiyên mezin dide daxuyaniyeke weke mikurhatinê hat. -
Li Enqereyê hejmara binçavkiriyan zêde dibe
Li Enqereyê ku li dijî endamên HDP'ê operasyona binçavkirinê pêk hat hejmara kesên ku hatin binçavkirin bû 29. -
Kurê siyasetmedarê Kurd Kavak bi gotina, ‘Kurdistan’ dawî li jiyana xwe anî
Rojhat Kavak ê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak duh danê êvarî xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. -
Ji Swêd ji bo welatiyên xwe hişyariya Kurdistanê
Wezareta Karên Derve ya Swêd welatiyên xwe hişyar kir ku ji bo ewlekariya xwe neçin bajarê Amed, Dêrsim, Çewlik, Îdir û Agirî yên Kurdistanê. -
Çalakiyên gerîlayan didomin
Çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan ên li hember êrîşên artêşa Tirk didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin. -
Serokê Koma Sosyalîst a PE: Em ne li cem Erdogan in, li cem gelê Kurd in
Serokê Koma Sosyalîst a PE Pîttella nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên Erdogan da û diyar kir ku ew li cem gelê Kurd e. Pîtella banga agirbestê jî kir. -
Li Bismilê careke din 'qedexeya derketina derve' hat îlankirin
Li Bismilê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gel dewam dikin. Li navçeyê cara 3. qedexeya derketina derve hat îlankirin. -
Êrîşên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê giran bûn
Çeteyên El Nûsra û komikên li dora wê, ji çar aliyan ve dest bi topbarana taxa Şêxmeqsûd kirin.