Nivîskarê pirtûka 'VoltaÇark: Hapîste LGBTÎ Olmak' Rosîda Koyûncû, derket holê ku ji ber tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bûye, ji Navenda Tenduristiya Malbatê ya Tophane ku weke sekreterê tibî dixebitî, hatiye avêtin. Koyûncû ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku piştî serdegirtina Rêxistina AKP'ê ya Beygolû û Meclîsa Şaredariya AKP'ê ya Beyoglû li navendê, ew ji kar hatiye derxistin. Koyûncû got, "AKP, piştî ku bi tena serê xwe nebû desthilatdar, li hemberî HDP'iyayan, li dijî mirovên tevlî xebatên HDP'ê bûne, li hemberî her kesên dostê HDP'ê şer îlan kir" û da zanîn ku ew ê li hemberî vê zext û şantajê bêdeng nemîne, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî careke din ji bo HDP'ê bixebite.
Xweranegirtina li serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, xwe gihand mirovên tevlî xebatên hilbijartinê bûne. Rosîda Koyûncû ku takekes LGBTÎ ye, ji ber ku tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bû, di encama serdegirtina AKP'ê de ji Navenda Tenduristiya Malbatê ya Tophane ya ser bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajarê Stenbolê, ku weke sekreterê tibî dixebitî, ji kar hat avêtin. Koyûncû ku nivîskarê pirtûka 'VoltaÇark: Hapîste LGBTÎ Olmak' e, bi şîrketa taşeron a bi navê Rass re, li Navenda Tenduristiya Malbatê ya Tophane di 22'ê Cotmeha 2014'an de dest bi kar kiribû. Koyûncû anî ziman ku ew bi dildarî tevlî xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê bû û got, "Li kolana Îstîklalê, li Cîhangîr û Tophaneyê, min hem belavok belav kir, hem jî li nava malan geriyam. Ev yek ji aliyê navenda lê dixebitîm ve dihat zanîn û nebûbû pirsgirêk. Lê belê, piştî ku AKP di encama hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebû desthilatdar, rewş ji nişka ve guherî."
'AKP'Ê XWEST, EZ JI KAR HATIM DERXISTIN'
Koyûncû ragihand ku avahiya semtê ya Navenda Tenduristiya Malbatê ya Tophane lê ye, ya Şaredariya AKP'yî ya Beyoglû ye û da zanîn ku di encama serdegirtina li vir de ew ji kar hatiye derxistin. Koyûncû go, "Li qatêj orê yê avahiya navend lê ye, Meclîsa Gel a AKP'ê heye. Li Tophaneyê, hin xwediyên malan ên çûm serdana wan, bi gotina 'Ev ji bo HDP'ê dixebite' giliyê min kirin. Meclîsa Gel a AKP'ê ev gilî ji Rêxistina AKP'ê ya Beyoglûyê û Meclîsa Şaredariya Beyoglûyê re ragihand. Li ser vê yekê avêtin ser navendê. Endamê Meclîsa Şaredariya Beyoglû yê bi navê Abdûllah giliyê min li navendê kir û bi awayekî vekirî ev gef xwar; 'Şêniyên semta Tophane ji vî ciwanî aciz in. Vî kesî ji kar derxînin, naxwe eger tiştek biqewime wê berpirsyar ne em bin'. Li ser vê yekê doktoran bang li min kirin û anîn ziman ku ez karê xwe gelekî baş dikim, lê belê eger bûyereke bi vî rengî bê serê min ew ê nikaribin min biparêzin û ji min xwestin ku piştî cejna qurbanê neyêm kar. Bi kurtasî AKP'ê xwest û dawî li karê min hat anîn."
'JI BO HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ EZ Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIM'
Koyûncû ragihand ku bi betalkirina pêvajoya çareseriyê re derdorên mûxalîf yek bi yek hedef hatine girtin û diyar kir ku AKP'ê, piştî ku bi tena serê xwe nebû desthilatdar, li hemberî HDP'iyayan, li dijî mirovên tevlî xebatên HDP'ê bûne, li hemberî her kesên dostê HDP'ê şer îlan kir. Koyûncû got, "AKP'ê nanê min ji destê min girt. Bi heqdestê herî kêm dixebitîm û min malbata xwe têr dikir. Ew li qesrê rûdinên, lê ez ji bo dîtina kar li ber deriyan digerim." Koyûncû destnîşan kir ku ew ê bi van şantaj û zextan netirse û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî ji HDP'ê re bixebite.