Hêzên dewletê li Farqînê 2 zarok qetil kirin, berxwedana gel didome

Polîsên Tirk li Farqînê 2 kes qetilkirin û gelek kes birîndar kirin. Girseya gel û rêveberiyên herêmî xwestin birîndaran rakin, lê hatin astengkirin. Tevî terora dewletê, li navçeyê berxwedana gel didome.

Piştî ku Walîtiya Amedê danê vê sibehê derketina derve qedexe kir, polîs û leşkeran li Farqînê êrîşî gel kirin. Di êrîşan de zarokê bi navê Vedat Akcanim ê 16-17 salî û zarokê bi navê Denîz ê paşnavê wî nehat zanîn ê 17 salî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên hêzên dewletê yên li taxên Konak, Mescît û Tekel de jî, 7 kes birîndar bûn.

Gelê navçeyê xwest 6 birîndarên li ber Mizgefta Hz. Omer a li Taxa Konakê rake nexweşxaneyê, lê belê polîsan gule li gel reşandin û nehiştin gel birîndaran rake.

Li ser vê yekê, heyetek ku di nav de hevşaredar jî hebûn xwest biçe taxê, lê polîsan pêşî li vê heyetê jî girt. Destûr ji heyetê re nehat dayîn ku birîndaran rake. Wekî din, hat ragihandin ku cîgirên Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner, Kerem Canpolaten, Alîkarê Hevşardar Mehmet Karakoç û endama meclîsê Gulîstan Kiliç ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. Hevşaredar û yên pê re, piştî ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, serbest hatin berdan.

2 ZAROK HATIN QETILKIRIN

Li navçeyê pevçûnên dijwar diqewimin. 2 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Hat ragihandin ku ev birîndar Mehmet Cevat Kartalkûş (56) û Hayriye Hudaverdî (70) ne û piştî tedawiya destpêkê ew rakirine Amedê. Li gorî agahiyan, di êrîşa polîsan de zarokê bi navê Vedat Akcanim ê 16-17 salî û zarokê bi navê Denîz ê paşnavê wî nehat zanîn ê 17 salî jiyana xwe ji dest dan. 

HÊZÊN DEWLETÊ TOPÊN HAWANÊ AVÊTIN

Hat ragihandin ku hêzên dewletê topên hawanê avêtin taxan. Li hin xaniyên topên hawanê li wan ketin şewat derket. Li Kolana Azîzoglû, li avahiya KURDÎ-DER'ê şewat derket.

Li taxên Tekel, Konak û Mescît, êrîşa polîsan a bi tankan dewam dike. Li kolana Diyarbakir a li taxa Baglarê jî, polîsên bi wesayîtên zirxî geriyan, bi ava şid û bombeya gazê êrîşî welatiyan kirin. 

Berxwedana gel a li dijî terora dewletê dewam dike.