Di vîrûsa HÎV de valahiyek hat tespîtkirin
Vîrûsa AÎDS'ê ku beriya niha bi 30 salan ji aliyê Enstîtuya Pasteûr a Parîsê ve hat keşifkirin, tevî xebatên berfireh ên biyolojiya molekulan jî, hînê xwedî gelek nepeniyan e.

Komek ji zanyarên li zanîngehên Trento û Cenevre, di têkoşîna li dijî vîrûsa rê li ber nexweşiya AÎDS'ê vedike de gavek bi pêş ve avêtin.
Zanyaran, proteînek li hemberî retrovîrûsê keşif kirin. Navê "SERINC5" li vê keşfê hat kirin. Tê gotin ku proteîna di asteke têr de, dikare pêşî li rewşa agresîf a vîrûsê bigire.
Ji ber ku ev proteîn, enfeksiyona vîrûsa HÎV'ê asteng dike, hucreyên vîrûsê êdî nikare bi bandor êrîş bikin.
Proteîna SERINC5 weke sînyaleke alarmê tevdigere û hucreyê der barê pêşketina vîrûsê de agahdar dike. Bi vî rengî vîrûs nikare xwe berde nava hucreyê.
Lê belê vîrûsa HÎV'ê ji bo li hemberî vê proteînê rawest e, xwedî proteîneke din a bi navê "Nef" e. Proteîna Nef, hêza pêketinê ya parçeyên vîrûsê zêde dike. Proteîna Nef a pêşî li SERINC5 digire, ji bo pêşketin û enfeksiyona HÎV, weke hêmana bingehîn balê dikişîne.
Tevî vê yekê, eger proteîna SERINC5 di rêjeyeke gelekî bilind de be, hingî proteîna Nef nikare bi vê.
Armanca zanyaran ji niha û pê ve ew e ku hevsengiya hêzan berevajî bikin û protestîna SERINC5 bi pêş ve bibin.
Berevajî retrovîrûsên din ên hatine keşifkirin, SERINC5 xwedî wê taybetmendiyê ye ku di nava hemû hucreyên sîstema berxwedêriyê ya bedena mirovan, cih bigire.
Lêkolîn wê niha li ser vê valahiya di vîrûsa HÎV de bê meşandin û hewl bê dayîn ku ev valahî baş were bikaranîn.