Li Dûîsbûrgê seferberiya hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê seferberiyê didomîne.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê seferberiyê didomîne.
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê seferberiyê didomîne.
Civîna heftane ya Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dûîsbûrgê, li Navenda Çandê ya Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat. Di civînê de nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎF, Însiyatîfa Kurecikiyan, Komeleya Darica û berdevkên însiyatîfan amade bûn.
Endamên komîsyonê dan xuyakirin ku ew xebateke berfireh dimeşînin û da zanîn ku ew xebatên hilbijartinê zêdeyî meheke bi ruhê seferberiyê didomînin. Endaman ragihandin ku wan plansaziyeke berfireh amade kirine, di rojên pêş de wê bazarên gel û esnafan ziyaret bikin, belavokan belav bikin û panelan lidar bixin. Di civînê de hat destnîşankirin, ku divê standa li Bazara Semta Hamborn a bi rêk û pêk tê meşandin, tevlîbûneke xurt bê kirin û hat gotin ku ev xebat wê bidomin.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Dûîsbûrgê Nûh Yildirim ji bo xebatên di rojên pêş de werin meşandin, ev agahî da:
Li Dûîsbûrgê panela hilbijartinê
4'ê Cotmeha 2015 roja Yekşemê, saet: 13:00
Navenda Çandê ya Elewiyan a Dûîsbûrg-Rheînhaûsen
Navnîşan: Friedrich-Alfred str.182 47226 Duisburg
Beşdar: Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhna Bîlgen, endamê Desteya Rêveberiyê ya DÎDF'ê û endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê Yucel Ozdemîr
10'ê Cotmehê roja Şemiyê, Panela AKM
Saet: 18:00
Beşdar: Serokê AABF Huseyîn Mat û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel
11'ê Cotmehê roja Yekşemê
Saet: 11:00
Komeleya ATÎF li Marxloh
Beşdar. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca
11'ê Cotmehê roja Yekşemê, şeva piştgiriya bi ÇIRA TV re
Beşdar: Feleknas Ûca
Rojên Sêşem, Pêncşem û Şemiyê saet di navbera 09:00-14:00 de wê li bazara Semta Hambornê standa HDP'ê bê danîn.