Zana: Wê careke din winda bikin!
Parlamenter Zana di çalakiya destekkirina HDP'ê ya li Marsîlyayê de, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan da û destnîşan kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê desthilatdarî careke din têk biçe.
Parlamenter Zana di çalakiya destekkirina HDP'ê ya li Marsîlyayê de, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan da û destnîşan kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê desthilatdarî careke din têk biçe.
Parlamenter Zana di çalakiya destekkirina HDP'ê ya li Marsîlyayê de, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan da û destnîşan kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê desthilatdarî careke din têk biçe. Di çalakiyê de banga dengdayînê li hilbijêran hat kirin.
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê li bajarê Fransa Marsîlyayê, bi armanca pitşevaniyê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Leyla Zana jî amade bû.
Li dû stranên Ozan Rênas û Bûrhan Karakaş, Zana ji beşdaran re axivî.
ZANA: JI TÊKÇÛNÊ TÊR NABIN!
Zana, ji ber ku di hilbijartinên Serokkomarî û 7'ê hezîranê de ew li Marsîlyayê bûne yekemîn, spasiyên xwe pêşkêşî Kurdistanî û Tirkiyeyan kir û got, "Tevî hemû êrîşan, qetilkirina hevalên me, şewitandina avahiyên me û girtina xebatkarên me yên partiyê, me di her hilbijartinê de dengê xwe zêde kirine. Di hilbijartinên par ên şaredariyan de, ya li Agirî qewimî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Tevî ku hilbijartin hat dubarekirin jî me dengê xwe zêde kir û derseke ku qet ji bîrê neçe dan AKP'ê. Xuyaye vana têra têkçûnê nabin. Di vê rewşê de em ê careke din wan têk bibin. Çawa ku me ji Erdogan re got 'em ê te nekin serok' û me ew nekir serok, niha jî mîna têkçûna di hilbijartinên Agirî û 7'ê Hezîranê de em ê careke din wan têk bibin."
Zana êrîşên li Cizîr, Farqîn, Gimgim û gelek bajarên Kurdistanê bibîr xist û got, "Cihê ku dewletê derketina derve lê qedexe kiriye û bi tank û topan êrîşî xanî û kargehan dike, bajarên ku bi dehan Kurdên sivîl lê hatin qetilkirin, cihên ku HDP'ê dengekî gelekî zêde lê wergirtine. AKP û Erdogan tolê ji Kurdên deng dane HDP'ê hiltînin."
Zana anî ziman ku Erdogan û AKP ên îdîa dikin ku Kurdan dest bi şer kirine, derewan dikin û got, "Me ti carî welatê kesekî dagir nekirine. Me ti carî zimanê kesekî qedexe nekirine, me ti carî baweriya kesekî qedexe nekirine, me ti carî ji civakekê re negotine hûn ne ji me ne û qetil nekirine. Tevî vê yekê jî eger hin kes radibin û Kurdan weke alîgirê şer nîşan didin, hingî ew kes derewan dikin."
Zana piştre bersiv da pirsan û di bersiva ji bo pirsekê de diyar kir ku ti biryara wan a boykotkirina hilbijartinê nîne. Zana got, "AKP bi veguhastina sindoqan li hin navendan re dixwaze bi hîleyan gavan biavêje û bi vî rengî bihêle ku em hilbijartinê boykot bikin. Ti biryareke me ya boykotê nîne."
Der barê yekîtiya neteweyî de jî Zana destnîşan kir ku şert û mercên îro yên Kurd tê de ne ji mercên duh bêhtir guncaw in. Zana anî ziman ku gel tifaq û yekîtiyê dixwaze.
Çalakî bi banga ji bo dengdayînê bi dawî bû. Parlamentera HDP'ê Zana wê saet di 13:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya li Marsîlyayê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û danê êvarê jî li bajarê Marîgnanê tevlî civîneke gel bibe.