Jinên Kurdistanî yên li navçeya Soderhamn a li herêma Dalarna ya Swêd, ji bo rayedarên Swêdî li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê bixin nav tevgerê, bi Şaredarê Soderhamn Sven Erîk Lîndestam re hevdîtin pêk anîn.
ANF
STOCKHOLM
în, 2 kewçêrê 2015, 18:12
Jinên Kurdistanî yên li navçeya Soderhamn a li herêma Dalarna ya Swêd, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Nisêbînê û li çar taxan qedexeya derketina kolanan û dîsa ji bo rayedarên Swêdî li hember hikûmeta AKP’ê bixin nav tevgerê bi Şarearê Soderhamn Sven Erîk Lîndestam re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtina ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Soderhamn ve hat organîzekirin nêzî 10 jin beşdar bûn.
Jinên li ser navê heyetê mafê axaftinê wergirtin, gotin ku AKP’a di hilbijartinên Hezîranê de bi tena xwe nebû desthilat û Erdoganê ku xeyalên wî yên seroktiyê bi dawî bûn, ji bo HDP’a ku ji sedî 13 deng wergirt û 80 wekîl derxist di bin bendê de bihêle û ji nû ve bibe desthilat li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin.
Jinan bal kişandin ser bûyerên her dawî yên li Nisêbînê û gotin ku AKP ji bo îradeya gelên Kurdistanê asteng bike, sindoqên li hinek herêman veguhestiye hinek cihên din.
Jinan dosyaya ku êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Nisêbînê pêk aniye, pêşkêşî Lîndestam kirin, xwestin rêveberiya şaredariyê hişyar be û ji bo sekinandina êrîşan jî daxwaz kirin ku van agahiyan ji Hikûmeta Swêdê re jî ragihînin.
Lîndestam bi bîr xist ku bi şaredariya Nisêbînê re şaredariyên xwişk-bira ne, li ser mijarê wê bi baldarî rawest in û ji bo bikevin tevgerê jî wê ji Hikûmeta Swêdê re agahiyan ragihînin.
Şaredariya Soderhamnê Avrêla 2009’an şaredariya Nisêbînê xwişk-bira îlan kir, rêveberiyên her du şaredariyan jî hevdu ziyaret kiribûn.