YPG’ê derbeyên giran li çeteyên êrîşî Şêxmeqsûdê kirin, xistin
Hêzên YPG/YPJ’ê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku ji 22’yê Îlonê ve rastî êrîşa çeteyên El-Nusra tê, derbeyên giran li çeteyan xistin.

Der barê mijarê Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de li ser êrîşên çeteyan û bersivdayina şervanên YPG’ê ev agahî hatin dayîn:
“Êrîşên bi pêşengtiya çeteyên El Nusra li hemberî Taxa Şêxmeqsûd a Halebê tên lidarxistin berdewam dikin. Hêzên me, di milekî de li hemberî van êrîşan xwe diparezin û cih bi cih bi êrîşên dijber ve derbeyên giran li çeteyan dixin.
Di navbera hêzên me û komên çete yên duh derdora saet 10.00’an li hemberî Taxa Şêxmeqsûd a bakurê Helebê êrîş kirin de pevçûn qewimî. Di encama van pevçûnan de yek jê doçka barkirî 2 maşîneyên pick-up hatine rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di van maşîneyên hatine rûxandin de, nehatiye zelalkirin.
Hêzên me, li ser rêya Cendol û Bostanpaşa ya ku êrîş tên lidarxistin çend êrîşên ku komên çeteyan hedef digirtin li pêk anîn. Hin cihên çeteyan ên li sînorê Bostan Paşa û nêzîkî gundê Cendolê ne hatine hedefgirtin û li van deran 3 maşîneyên çeteyan hatine derbkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Dîsa hêzên me li hemberî komek çeteyan, li ser rêya Kastella amadekariya êrîşê dikirin, operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de bi qasî hatiye zelalkirin 4 çeteyan hatin kuştin.”