4 sivîl li Taxa Şêxmeqsûd birîndar bûn
Di êrîşa çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Di êrîşa çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Di êrîşa çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, çeteyên El-Nusra û komên girêdayî wan saet 15.00’an bi hawan û çekên giran êrîşî Taxa Şêxmeqsûd ku piraniya şêniyên xwe Kurd in, kirin.
Di êrîşan de heta niha 7 topên hawanê li taxê ketin. Di encama topên hawanê de yek jê zarok, 4 welatiyên sivîl ku 3 ji wan ji heman malbatê ne, birîndar bûn. Navên welatiyên birîndar wiha ne: Zeynep Mehemed (45), Cîhan Ebdo (11), Silcan Ebdo, Kewser Cimo (34).
Êrîşên çeteyan ên li ser taxê didomin.