ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di protestoya komkujiyê ya Antakyayê de 6 kes hatin binçavkirin
Li Antakyayê polîsan êrîşî koma ku xwest qetlîama Enqereyê şermezar bikin kir û 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Erdogan, li Qibrisê hat protestokirin
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo vekirina projeya avê hat Qibrisê hat protestokirin. -
Di hefteya yekemîn a komkujiyê de qîra bê deng
Di hefteya yekemîn a komkujiyê de şehîdên aştiyê bi çalakiyek bê deng a rûniştinê ve li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin bîranîn. -
Dr. Yusif Mihemed: Em piştgiriyê didin gelê derdikeve kolanan
Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed Sadiq, li Silêmaniyê bi heyeteke ji rojnamevan, pêşmergeyên berê û parlamenterên Kurdistanê yên berê yên Parlamentoya Iraqê re hevdîtin pêk anî. -
Li Parîsê dengdan didome
Li paytexta Fransa Parîsê dengdana ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê didome. -
JIN.FM dest bi weşanê kir
Li Rojava radyoya jin JIN.FM dest bi weşanê kir. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê navên 2 şervanên xwe yên di berxwedana Holê û Girê Spî de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Komkujiya Enqereyê li Bern û Solothoûrn hate lanetkirin
Li qadên bajarên Bern û Solothoûrn ên Swîsre komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. -
Rojhat Kavak li Zurîhê hat bîranîn
Rojhat Kavak ê êvara 5’ê Cotmehê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (DEM-KURD) hat bîranîn. -
HDP’yiyan rêxistinên ked û demokrasiyê ziyaret kirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana rêxistinên ku di qetlîama Enqereyê de endamên xwe winda kirine. -
Li Îzmîrê kampanyaya ‘Dengê me ji hêviyê re’ hat destpêkirin
Li Îzmîrê Pêkhateya “Dengê me ji hêviyê re” ya ji dilxwazan pêk tê li Navenda Çandê ya Karakedî bi dirûşma, “dengê min ji hêviyê re” civînek li dar xist, ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî çi bê kirin forûmek pêk anî. -
'Ji bo avakirina maseya çareseriyê em dengên xwe bidin HDP’ê'
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê li Ewropayê didomin. -
Li New Yorkê protesto: Em qatilê li Enqereyê nas dikin!
Li bajarê New York ê DYA, Komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Ji Davûtoglû ji hilbijêrên Ewropayê re nameya korsan
Hefteya bihurî hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê di qutiyên postayê yên xwe de bi nameyeke ku ji aliyê serwîsa înfopost a navneteweyî “Deutche Post” ve li ser navê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ve hat şandin re rû bi rû hatin. -
Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê komkujiya Enqereyê şermezar kirin
Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê li paytexta Fransa Parîsê civiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. -
Çete li Dîlok û Kîlîsê tên dermankirin
Bi dehan çeteyên di bomberdûmana Rûsyayê ya li bajarên Heleb, Hama, Hûmûs, Şam û Îdlîpê birîndar bûne, ji bo werin dermankirin tînin nexweşxaneyên li Dîlok û Kîlîsê. -
Medvedev: DYA ku daxwaza me ya ji bo Sûriyeyê red kir ehmeqî ye
Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev, bi armanca pêkanîna koordînasyoneke bi bandor a di têkoşîna li hember terorê de ku teklîfa şandina heyeteke Rûs a Washingtonê ji aliyê DYA ve hat redkirin wek ‘ehmeqîyekê’ bi nav kir. -
Di hefteya 1. a komkujiyê de bîranîn: Em di şînê de ne, em ê ji bîr nekin
Kedkarên ku li Enqereyê bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatin qetilkirin, di hefteya destpêkê ya komkujiyê de bi qurnefîlan hatin bîranîn. -
Li Riha û Mûşê 12 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP li hemberî HDP û DBP'ê dimeşîne, dewam dike. -
Ji RSF'ê rapora 'pirsgirêka Kurd'
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di lêkolîneke xwe ya berfireh a li ser pirsgirêka Kurd de bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê. -
Li Geverê şerekî giran heye
Li bejahiya gundê Şitazin ê Geverê, şerekî dijwar diqewime. Ji 4 şivanên li herêmê ev du roj in agahî nayê girtin. -
HDP sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike
HDP a ku ji ber şînê hemû mîtîng û çalakiyên xwe yên bi muzîkê betal kiribû, sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike. -
Bombevan li Şaredariya AKP'yî karmendekî kadro ye
Derket holê, yek ji bombevanên li Enqereyê Omer Denîz Dundar û bombevanê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz, ji ber têkiliya bi 'El Qaîde' re dihatin lêpirsîn, lê ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê, hatiye sekinandin. -
Li Mûşê şerê dijwar
Ji ber operasyona li herêma di navbera navçeyên Kop û Gimgime de, hat ragihandin ku li derdora gundê Kaniya Mêra teqînan rû dane. -
HDP'ê Komeleya Kuresunniyan ziyaret kir
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê û namzetên parlamenteriyê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan ziyaret kirin.