Hefteya bihurî hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê di qutiyên postayê yên xwe de bi nameyeke ku ji aliyê serwîsa înfopost a navneteweyî “Deutche Post” ve li ser navê Serokwezîr û Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû ve hat şandin re rû bi rû hatin.
Davûtoglû sozên parlamenteriya derveyî welêt, bikaranîna telefonên bêrîkan li Tirkiyeyê derxistina 4 mehan dide. Davûtoglû soza perwerdeya bi Tirkî ya li Ewropayê, dibistan û kreşên du zimanî dide. Davûtoglû perwerdeya bi zimanê Kurdî jî weke li Tirkiyeyê li Ewropayê jî ji nedîtî ve tê.
Davûtoglû di dawiya nameyê de ku dibêje, “Ji bo Tirkiyeya nû ez ji dil bawer im hûn ê mora ‘erê’ li AKP’ê bidin.” Hilbijêrên ku nerazîbûn nîşanî vê nameya Davûtoglû dan, li Navenda Giştî ya AKP’ê geriyan, pirsa adresa wan ji ku derê girtine kirin. Lê bersiveke zelal wernegirtin.
Hilbijêran diyar kirin ku adresa wan tenê li konsolosxaneyan hene, berpirsyartiya ku pêwîst e agahiyên wan ji şexsên sêyemîn bên parastin hatiye binpêkirin, heqê AKP’ê nîne ku van adresan werbigire û ji bo propaganadaya xwe bi kar bîne. Hilbijêran gotin ku çi li Tirkiye çi li Elmanya wê serî li merciyên edlî bidin.
Hat ragihandin ku ji bo bê zanîn bê AKP û Ahmet Davûtoglû ev adres ji ku derê girtine wê serlêdanên hiqûqî bên kirin.