Çete li Dîlok û Kîlîsê tên dermankirin

Bi dehan çeteyên di bomberdûmana Rûsyayê ya li bajarên Heleb, Hama, Hûmûs, Şam û Îdlîpê birîndar bûne, ji bo werin dermankirin tînin nexweşxaneyên li Dîlok û Kîlîsê.

Bi dehan çeteyên di bomberdûmana Rûsyayê ya li bajarên Heleb, Hama, Hûmûs, Şam û Îdlîpê birîndar bûne, ji bo werin dermankirin tînin nexweşxaneyên li Dîlok û Kîlîsê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, birîndar bi ambûlansên dewletê di bin ewlekariya polîs û leşkeran de tînin nexweşxneyan.

Bomberdûmana Rûsyayê ya li hemberî DAIŞ, El Nûsra, Ahrar-û Şam û rêxistinên din ên çete, di serî de Tirkiye, DYA, Erebîstana Siûdî û Qatarê aciz dike. Rûsya, ji êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê cudatir, çeteyên El Nûsra, Ahrar-û Şam û rêxistinên din ên çete yên li Heleb, Hama, Hûmûs, Şam û Îdlîpê bombe dike. Bi bomberdûmana Rûsyayê re hat ragihandin ku gelek çete derbasî nava Tirkiyeyê bûne û gelek endamên çete yên birîndar jî ji bo dermankirinê anîne nexweşxaneyên li Tirkiyeyê.

NEXWEŞXANEYÊN KÎLÎSÊ BI ÇETEYÊN BIRÎNDAR TIJÎ NE

Ji sala 2012'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve, di serî de çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên ku Tirkiye her destekê dide wan, bi sedan endamên çete yên di şer de birîndar bûn ji bo bên dermankirin rakirin nexweşxaneyên bajarên weke Riha û Dîlokê. Yek ji bajarên ku di dema dawî de herî zêde çeteyên birîndar ji bo dermankirinê tînin wê derê Dîlok e. Xebatkarekî tenduristiyê yê li Dîlokê M.D. der barê mijarê de agahiyên girîng da DÎHA'yê. M.D. anî ziman ku piştî bomberdûmana Rûsyayê gelek çeteyên birîndar hatine nexweşxaneyên dewletê yên li Dîlok û Kîlîsê. M.D. diyar kir ku bi taybetî di nava du hefteyên dawî de bi dehan çete rakirine Nexweşxaneya Dewletê y Kîlîsê.

DI BIN KONTROLA MÎT'Ê DE ÇETEYAN TÎNIN

M.D. ragihand ku hin endamên çete tevî eşyayên xwe yên leşkerî tînin nexweşxaneyê û destnîşan kir, ku ewlekariya jiyanê ya xebatkarên tenduristiyê nîne. M.D. da xuyakirin ku çete bi ewlekariya polîs û leşkeran tên anîn û got, "Bajar beriya niha jî li rewşên bi vî rengî rast dihat. Ev di çapemeniyê de jî cih digirt. Di dema dawî de kêm bûbû. Lê belê di nava du hefteyên dawî de bi dehan çete anîn nexweşxaneyê. Ev kes jî kesên ji rêzê nînin. Carna endamên MÎT'ê jî tên vê derê. Ew bi xwe odeyên wan kontrol dikin."

M.D. diyar kir ku endamên çete yên dimirin jî bi ambûlansan dibin ser sînor û got, "Mîna ku nexweşxane ya wan e, tevdigerin. Yên di êrîşên hewayî birîndar bûn û anîn vê derê mirovên ji rêzê nînin. Ji ber ku dema wan tînin, gelek kes jî bi wan re tên. Hin jê di ketin û derketina ji nexweşxaneyê de rûyê xwe digirin."