Li Mûşê şerê dijwar
Ji ber operasyona li herêma di navbera navçeyên Kop û Gimgime de, hat ragihandin ku li derdora gundê Kaniya Mêra teqînan rû dane.
Ji ber operasyona li herêma di navbera navçeyên Kop û Gimgime de, hat ragihandin ku li derdora gundê Kaniya Mêra teqînan rû dane.
Li Çiyayê Kolîbaba yê li navçeyên Mûş Kop û Gimgimê ye, operasyona leşkerî ya bi desteka hewayî di 11'ê Cotmehê de hat destpêkirin, dewam dike.
Herêma ku çar aliyên wê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi helîkopterên Kobra tê bombekirin. Her wiha artêşa hêzên teqwiye li ser hev dişîne herêmê. Li herêma ku car carna şerê dijwar diqewimin, bi rêya bi dehan kûçikan lêgerîn tê kirin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku operasyona tê de teqînên dijwar rû didin, bi giranî li nêzî gundê Kaniya Mêra bi rê ve diçe. Ketin û derketina herêma operasyonê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Bi rêyên hewayî û bejahî ve ekîbên teqwiye li hêzên operasyonê tên zêdekirin.