'Ji bo avakirina maseya çareseriyê em dengên xwe bidin HDP’ê'

Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê li Ewropayê didomin.

Xebatên HDP'ê yên ji bo Hilbijartina Giştî ya 1’ê Mijdarê li Ewropayê didome. Parlamenterê HDP’ê Yildirim ê di civîna gel a li Marsîlyayê de axivî, diyar kir ku AKP nikare serî li Kurdan bide tewandin û got: "(...) Eger em encamekî baş bigirin, em ê dewletê mecbûr bikin ku li maseya çareseriyê rûne.”

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn jî bang li Kurdên Anatolyaya Navîn kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransa ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Marsîlya ve civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî tevlî civînê bû.

Yildirim, beriya civîna gel Mizgefta Şêx Seîd a li Marsîlya ziyaret kir.

Yildirim çû Konsolosxaneya Marsîlya, ji xebatkarên sindoqan agahiyên têkildarî xebatên hilbijartinê wergirt. Yildirim konê hilbijartinê ziyaret kir û bi hilbijêran re sohbet kir.

'HAT FÊMKIRIN KU NIKARIN KURDAN PAŞGUH BIKIN'

Yildirim di axaftina xwe ya civîna gel a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan a Marsîlya de bal kişand ku emperyalîstan Kurd parçe kirine û wiha domand: “Kurdistan bi rewşek şîdetê ya dewletên serwer ve ku ti wijdan qebûl nake, rû bi rû ma. Di bin qirkirinan de ma, mecbûrî koçberiyê kirin, ji welatê xwe hatin qutkirin.” Yildirim destnîşan kir ku li hember zilmê Kurdan, bi Rêbertiya Şêx Saîd, Seyîd Riza û ev çil sal in bi ya PKK ve bersiv dan, êdî gelek dewlet nema dikare Kurdan paşguh bikin.

Yildirim, polîtîkayên şer ên AKP’ê bi bîr xist û got ku li hemberî vê HDP’e naxwaze kes bimire, careke din aşkere kir ku ti hêzên Kurdan û demokrasiyê li hember AKP’ê serî natewîne. Yildirim diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, AKP’e li Kurdistanê ti tiştekî xwe nemaye û wiha axivî: “Ger em di hilbijartinên pêşiya me de encamekî ji yê 7’ê Hezîranê zêdetir bi dest bixin, wê demê em ê karibin nîşan bidin ku kes nikare bi tepisandinê ve Kurdan û hêzên demokrasiyê bê deng bike. Em ê karibin zextê li dewletê bikin ku ser maseya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd rûnê.”

BANG LI KURDÊN ANATOLYA NAVÎN

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn daxuyaniyek da û bang li Kurdên Anatolya Navîn kirin ku bila ji bo HDP’ê dengê xwe bikar bînin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Kurdên Anatolya Navîn, bi gelên li Anatolyayê dijîn re di nav hev de, di nav aştî û şadiyê de dijîn. Dema vê dikir jî ti carî ji çanda xwe, nasnameya xwe dûr neket. Li hember polîtîkaya dewletê, asîmîlasyonê xwe parast. Wek tê zanîn bi bendek a ji sedî 10’an ve dikevin hilbijartinan. Em bawer in ku wê HDP’e vê derbas bike. Li gor plansaziyan bendewariyek ji sedî 1 dengî ji Ewropa heye. Ev ne hejmarek wisa zêde mezin e; her kes berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, eleqayekê nîşan bide û dengê xwe bikar bîne, wê gengaz be. Tiştê dikeve ser milên me, em ê li mafê xwe yê dengdayinê xwedî derkevin û pêwîst e em dengê xwe bikar bînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em ê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştre jî giştî erdnîgariya xwe azad bikin. Êdî wê kes nikaribe polîtîkayên asîmîlasyonê li ser Kurdên Anatolya Navîn pêk bîne. Kurdên Anatolya Navîn wê nûnertiya xwe bikin û bêstatu nemînin.”

...