Di protestoya komkujiyê ya Antakyayê de 6 kes hatin binçavkirin

Li Antakyayê polîsan êrîşî koma ku xwest qetlîama Enqereyê şermezar bikin kir û 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Antakyayê polîsan êrîşî koma ku xwest qetlîama Enqereyê şermezar bikin kir û 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Antakya ya Hatayê polîsan êrîşî ciwanên ku li ser cadeya Sarayê xwestin qatlîama Enqereyê şermezar bikin kir. Di encama êrîşa ku bi cop û gaza îsotê pêk hat de polîsan 6 ciwan bin çav kirin.

Ji ber gaza îsotê welatiyên derûdorê jî bi bandor bûn û 6 kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Antakyayê.