HDP sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike
HDP a ku ji ber şînê hemû mîtîng û çalakiyên xwe yên bi muzîkê betal kiribû, sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike.
HDP a ku ji ber şînê hemû mîtîng û çalakiyên xwe yên bi muzîkê betal kiribû, sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike.
HDP a ku ji ber şînê hemû mîtîng û çalakiyên xwe yên bi muzîkê betal kiribû, sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike. Namzetên parlamenteriyê, endam û rêveberên HDP'ê wê ji sibe û pê ve bi dirûşma "Ji bo aştiyê biçe nav malan" malan ziyaret bikin. Ji bo piştgiriya bi malbatên xizmên xwe di komkujiya li Enqereyê de winda kirine, xebat bê meşandin
Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya 15'ê Cotmehê ya HDP'ê de, komkujiya li Enqereyê û pêvajoya hilbijartinê bi dorfirehî hatin nîqaşkirin û biryarên girîng hatin stendin.
KOMKUJIYA ENQEREYÊ
HDP wê rûniştina awarte ya meclîsê ya li ser daxwaza CHP'ê bi mijara "Ji bo malbatên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, mehane û tazmînat were dayîn" red bike. Lê belê, eger ev pêşniyarname bi şêweyê 'bicihanîna edaletê û komîsyona lêkolînê' were dayîn, wê destek ji CHP'ê re bê dayîn.
HDP'ê ji bo piştgirîdayîna malbatên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine biryar da ku bi beşdariya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê xebatekê bide destpêkirin.
HDP'ê biryar da ku ji bo hesabê komkujiya li Enqereyê bê pirsîn û edalet bi cih were anîn, li her qadê têkoşîna demokratîk were meşandin.
PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ
Di Civîna Desteya Rêveberiya Navendî de ji bo pêvajoya hilbijartinê jî biryarên girîng hatin stendin. Xebatên hilbijartinê yên ji ber komkujiyê hatin betalkirin, ji nû ve destpê dikin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bang li endam û rêveberên xwe kir ku ji sibe û pê ve bi dirûşma "Ji bo aştiyê biçin nava malan" dest bi xebatê bikin.
HDP, ji ber ku şîna komkujiyê dewam dike wê mîtîngên navendî û çalakiyên bi muzîk û şahiyê lidar nexe. Wê bi giranî xebatên herêmî û serdanên taxan werin meşandin.
HDP di çarçoveya hevkariya hilbijartinê de wê bi hemû hevserokên saziyan re bicive.