Di hefteya 1. a komkujiyê de bîranîn: Em di şînê de ne, em ê ji bîr nekin
Kedkarên ku li Enqereyê bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatin qetilkirin, di hefteya destpêkê ya komkujiyê de bi qurnefîlan hatin bîranîn.
Kedkarên ku li Enqereyê bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatin qetilkirin, di hefteya destpêkê ya komkujiyê de bi qurnefîlan hatin bîranîn.
Kedkarên ku li Enqereyê bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatin qetilkirin, di hefteya destpêkê ya komkujiyê de bi qurnefîlan hatin bîranîn.
ENQERE
Li Enqereyê, li ber Gara Enqereyê û Kolana Sakaryayê merasîmên bîranînê hat lidarxistin. Gelê Enqereyê bi qurnefîlan, dowîzên reş ên navê şehîdên aştiyê li ser nivîsandî hilgirt. Di her du bîranînan de, saet di 10:04 dema rûdana teqîna destpêkê de deqeyek rêz hat girtin û dirûşma "Şehîdên Aştiyê namirin" hat qîrîn.
Di merasîma li Meydana Sakaryayê de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan amade bûn. Di merasîmê de yek bi yek navê şehîdên aştiyê hatin xwendin û girseya gel di xwendina her navî de got, 'li vir e'. Dûre girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anî. Di merasîma li ber Gara Enqereyê de girseya gel qurnefîl danî cihê teqînê.
WAN
Platforma Şaxên KESK'ê yê Wanê li Parka Feqiyê Teyran bîranîn lidar xist. Kedkaran rêz girtin û piştre Berdevka Demî ya KESK'ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û got ku ligel ku 6 roj derbas bûye jî serokwezîriyê navên windayan aşkera nekiriye. Sayyîgît diyar kir ku ji ber ku kujerên Reyhanli, Roboskê, Amed û Pirsûsê nehatin dîtin qatlîama Enqereyê pêk hat. Piştî daxuyaniyê li ber pankarta ku navên kesên qetilkirin hene find hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn.
ÎZMÎR
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê li Gara Alsancakê merasîma bîranînê lidar xist. Gelek kes, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdarî merasîmê bûm. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pêkir. Berdevkê Demî yê KESK'ê Bahrî Akkan li ser navê girseyê axivî û got ku ew kujer û hevkarên wan baş nas dikin.
Akkan diyar kir ku çapemeniya hewzê berpirsyarên qatlîamê vedişêre û nûçeyên ku kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dane çêdikin, der barê kesên ku qatlîamê şermezar dikin de lêpirsîn tên vekirin û rastî pêkûtiyan tên.
Piştî axaftinan qurnefîl danîn li ser trena dîrokê ya li garê û find hatin pêxistin. Merasîma bîranînê bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.
SEMSÛR
Platforma Demokrasî û Kedê di merasîma bîranînê ya li Parka Demokrasiyê de parkarta "Em kujeran nas dikin, ji bîr nakin, nadin jibîrkirin, em ê hesab bipirsin" vekirin û ewil rêz girtin. Li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê KESK'ê Hasan Bayrî Yorulmaz axivî û wiha got: "Ji bo qesr, seltenata xwe biparêze Tirkiyeyê dikişînan nava pêvajoyeke bi xwîn. Tirk, kurd, elewî, sunî, jin, ciwan, kal û pîr me yê bi hevre govend bigeranda lê kujeran destûr nedan mîtînga aştiyê."
MERSÎN
Endamên Platforma Demokrasî Kedê ya Mersînê li Parka Ozgur Çocuk merasîm li dar xist. Di merasîmê de parkartên "Duh Pirsûs, îro Enqere, li kolanan ber bi hesab pirsînê " "Êm di şînê de ne, îsyanê de ne, ji bîr nakin" hatin vekirin û rêz hate girtin.
Di çalakiyê de li dijî AKP'ê dirûşm hatin berzkirin û li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê Platformê Mustafa Ozbay axivî. Ozbay diyar kir ku hedefa êrîşa li Enqereyê kedkar, aştî û yên demokrasiyê dixwazin e.
Piştre Fîrdevs Dalmaç ê di qatlîamê de hevserê xwe Gokmen Dalmaç winda kir axivî û nirxandina "Wateya hemû canên me yên ku li derekî dikevin heye" kir û ev tişt got: "Gokmen ji bo aştiyê çû wê derê û hate qetilkirin. Ya ku dikeve li ser milê me ew e ku em têkoşîna wan xurtir bikin û bi israr bibêjin aştî."
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ber wêneyên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan. Bîranîn bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan ve bi dawî bû.
EDENE
Bi sedan kesên ku di nav de dayika Dîlan Sarikaya ku jiyana xwe ji dest da, endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê jî hene li ber Gara Edeneyê hatin cem hev. Di merasîmê de dirûşmên "Şehîdên aştiyê bê mirin in" "Dizek, dijminê gelan AKP'e2 hatin berzkirin û di seata ku qatlîam pêk hat de rêz hate girtin. Piştre navên kesên ku hatin qetilkirin hatin xwendin û qurnefîl danîn û balonên reş û spî hatin firandin.
Dema ku daxuyanî dihat kirin kesekî bi guman ê xwest bikeve qadê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Di daxuyaniyê de ciwanan ewlehî girt. Berdevkê Demî yê TMMOB ÎKK'ê Hasan Emîr Kavî axivî û got ku êrîşakaran têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê kirine hedef û tê xwestin li ser qatlîamê bê girtin lê ew ê tu caran destûrê nedin vê yekê.
Bavê Dîlan Sarikaya, Îzzet Sarikaya jî nirxandina "dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa demokrasî, dîsa dîsa azadî" kir.
STENBOL
Li Qada Taksîmê şanoya bi navê "Qatlîama Enqereyê em saet di 10.00'an de hatin kuştin ey gelê min" hate pêşandan. Atolyeya Şanoyê ya Devînim û Navenda Hunerê ya Ay Işigi şano pêşkêş kir. Hunermendan cilên reş li xwe kirin û qatlîam pêşandan. Welatiyên derûdorê jî eleqeyeke mezin nîşanî şanoyê dan.
Rêxistina HDP'ê ya Bakirkoyê merasîm li dar xist. Pankarta "Em di şînê de ne ji bîr nakin" hate vekirin û wêneyê Muhammed Demîr ê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da hate hilgirtin. Piştî rêzgirtinê parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglu, Garo Paylan û Beyza Ustun axivîn.
Rêxistina HDP'ê ya Sancaktepeyê jî li cadeya Demokrasiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Di merasîmê de find hatin pêxistin û rêz hate girtin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Bîrol Akbalik axivî û diyar kir ku qatlîam ji aliyê AKP'ê ve hatiye plankirin û pêk hatiye.
Rêxistina Zeytînburnu û Fatihê yên HDP'ê jî li ser gora Dîcle Delî ya li Sîlîvrîkapiyê merasîm li dar xist. Malbata Delî u gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Parlamenter Sezaî Temellî li vîr axivî û got ku rêhevalên wan ji bo aştî bê welat çûbûn Enqereyê lê rasti zilmê hatin. Temellî anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî axaftinan qurnefîl danîn li ser gora Delî.
Rêxistina Sariyerê ya HDP'ê jî Sarugul Tuylu li ser gora wê ya Ayazagayê bi bîr anî. Malbat, parlamenter û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglu axivî û got ku piştî qatlîamê hemû bûne malbatek û ew ê bixwe aştiyê pêk bînin. Dayika Tuylu, Gulen Koç jî diyar kir ku Sarigulê jê re gotina "heta ez bimirim ez ê doza xwe bijîm û heta dawî bidomînim" bi kar aniye. Bîranîn piştî ku qurnefîl danîn li gora Tuylu bi dawî bû.
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê jî rêxistinên kedê bi heman armancê li Parqa Cumhuriyetê hatin cem hev û biranîn li dar xistin. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û dirûşmeyên "Qatîl Erdogan" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Piştî rêzgirtinê navên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin û balon berdan hewayî. Berdevkê KESK'ê Ethem Kartal diyar kir ku kiryarên komêkujiyê diyar in û wan baş dinasin.
EDÎRNE
Rêxistinên kedê yên Edîrneyê jî bi heman armancê li Kolanan Saraçlar hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê û kesên jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Di bîranînê de pankrata "Em komkujiyê lenet dikin, em bi hêrs in û di şînê de ne" vekirin û dirûşmeya "Şehîd dijîn kedkar ber xwe didin" berz kirin. Li ser navê karkeran Emre Sari axivî û diyar kir ku berpirsiyarê komkujiyê hikûmet e.
BÛRSA
Li Bûrsayê ji rêxistinên kedê li ber Yekîtiya Odeyên Akademîk hatin cem hev û kesên jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Parlementera HDP'ê ya Bûrsayê Asiye Kolçak û wekîlên CHP'ê jî tevlî birînanê bûn.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi heman armancê kedkar li ber Navenda Kar a Kizilayê hatin cem hev û bîranîn li dar xistin. Piştî rêzgirtinê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan find hatin hilkirin. Berdevkê Demê yê KESK'ê Mehmet Alanç daxuyanî xwend û wiha got: "Kiryar diyar kin. Kî kiryaran diparêze hemû Tirkiye dizane." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.