WHO: Li Xezeyê 2 milyon kes bi mirina ji ber birçîbûnê re rû bi rû ne

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniyekê de bal kişand ser xelaya li Şerîda Xezeyê.

Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîna salane ya Welatên Endam ya WHO’yê ya ku li Cenevreyê tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku asta xelaya li Xezeyê gelekî bilind bûye û got: ‘’Du milyon însan ji ber birçûbûnê bi rîska mirinê re rû bi rûne, her wiha bi tonan alîkarî û xwarin li ser sînor ku çend deqîqeyan dûrî Xezeyê ye, tên astengkirin.’’
Ghebreyesus diyar kir ku sedema krîza heyî astengkirina gihandina alîkariyan e û ev yek anîn ziman: ‘’Li Xezeyê metirsiya xelayê weke perçeyeke dorpêça ku dewam dike, bi astengkirina bi qestî ya gihandina alikariyan zêdetir dibe.’’


Îsraîlê ragihand ku wê ji ber zextên navneteweyî bi qismî destûr daye alikarî derbasî herêmê bibin.


Her wiha Serokdewletê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja Duşemê diyar kir ku ew ê hemû xakên Xezeyê bikin di bin kontrola xwe de. Netanyahu di peyameke xwe de got: ‘’Di şer de em pêş dikevin. Em ê kontrola hemû Şerîdê bixin destê xwe.’’


Her wiha Ghebreyesus da zanîn ku li Xezeyê hewceyî bi tehliyeya tibî heye lê belê ji ber astengkirina alikariyan û êrîşên li ser pergala tenduristiyê rewşa kesên nexweş her ku diçe xirabtir dibe.