HDP’yiyan rêxistinên ked û demokrasiyê ziyaret kirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana rêxistinên ku di qetlîama Enqereyê de endamên xwe winda kirine.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana rêxistinên ku di qetlîama Enqereyê de endamên xwe winda kirine. Yuksekdag bilêv kir ku berpirsyarê qetlîamê desthilatdariya siyasî ye, desthilatdariya siyasî ji bo têkîliya wê ya bi DAIŞ'ê re deşîfre nebe hewl dide rastiyan veşêre. Yuksekdag di serdanan de peyama divê yekîtiya aştiyê bê avakirin da.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi heyeta ku pê re ji bo sersaxiyê çû serdana rêxistinên ku di qetlîama Enqereyê de endamên xwe winda kirin. Yuksekdag serdanên xwe tevahî rojê berdewam kir û destpêkê çû serdana Serokê Giştî yê BTS'ê Ugur Yaman û welatiyên din ên birîndar ku li Nexweşxaneya Guvenê tên dermankirin.

Yuksekdag piştî serdanê li ber nexwexşaneyê axivî û got ku li ser qetlîamê hefteyek derbas bûye û li gel vê yekê jî berpirsyarên qetlîamê nayên dîtin û rastî ji raya giştî ya Tirkiyeyê re nayê ragihandin.

'BERPIRSYARÊ QETLÎAMÊ DESTHILATDARIYA SIYASÎ YE'

Yuksekdag destnîşan kir ku berpirsyarê qetlîamê bi awayekî zelal baş tên zanîn û wiha axivî: "Ev hefteye ku ku berpirsyarê qetlîamê kî ne, qeydên wan ên îstixbaratê hene, hatine girtin û berdan, ji aliyê MÎT'ê ve tên zanîn, hatine şopandin, em van tiştan dibînin. Belge û agahiyên ku derketin holê bi awayekî şenber nîşan dide ku îdîayên me rast in. Me bi israr got ku di qetlîamê de berpirsyariya desthilatdar heye ji ber ku kiryar hatine binçavkirin berdan, di bin kontrolê de ne me di qetlîamên berê de ev dizanibû ji vê tecrûbeyê me bi awayekî zelal îfade kir ku berpirsyarê qetlîamê desthilatdarî ye."

Yuksekdag diyar kir ku hikûmet ji bo berpirsiyariya komkujiyê li ser xwe biavêje hin rêxistinên siyasî berpirsiyar girtin û wiha got: "Mînak Davutoglu rêxistineke hevgirtî îcad kir û desthilatdariya siyasî rêxistina terorê 'Rêxistina Terorê ya Hevgirtî ya DAEŞ'ê' îlan kirin. Ev nêzîkatiyeke siyasî ye û dixwazin vê yekê bi vê yekê veşêrin."

'JI BO TÊKÎLIYA WAN A BI DAIŞ'Ê RE DEŞÎFRE NEBE RASTIYAN VEDIŞÊRE'

Yuksekdag anî ziman ku hikûmet ji bo têkîliya wan bi DAIŞ'ê re dernekeve holê rastiyan vedişêre. Yuksekdag da zanîn ku li gel komkujiyan Davutoglu duh li Bûrsayê mitîng li dar xist û wiha got: "Li Tirkiyeyê her tişt tevlîhev bû, êşên me heyî, birîndar û cenazeyên me hebûn û welatiyên me bi êş in. Li gel vê yekê serokwezîr weke ti tişt çênebûye derket mîtîngê dike."

'DIVÊ YEKÎTIYA AŞTIYÊ BÊ AVAKIRIN'

Yuksekdag pişt re Navenda Giştî ya Sendîkaya Xebatkarên Barkirina Yekgirtî (BTS), Navenda Giştî ya Partiya Emek (EMEP) ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê ji aliyê Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û rêveberan ve hat pêşwazîkirin.

Heyeta HDP'ê piştre derbasî Navenda Giştî ya Halkevleriyê û bernameya xwe bi dawî kir.