JIN.FM dest bi weşanê kir

Li Rojava radyoya jin JIN.FM dest bi weşanê kir.

Li Rojava radyoya jin JIN.FM dest bi weşanê kir. Li bajarê Amûdê yê girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava, yekemîn radyoya jin JIN.FM hat vekirin. Radyoya ku roja Duşemê vekirina wê hat kirin, Gerînendeya Weşanê ya radyoyê Şîrîn Îbrahîm diyar kir ku radyoya jin radyoyeke civakî ye, xebatkar jî tenê jin in. Îbrahîm anî ziman ku xebatên amadekariyên ji bo radyoyê salekê dewam kirine, xebatkar jî perwerdeya xwe di radyoyê de dibînin.

Îbrahîm anî ziman ku radyoya li ser frekansa 104 weşanê dike digihêje heta gundên Amûdê û wiha dewam kir: "Armanca me ne tenê ev e ku em derfeteke xebatê ji jinan re çêbikin. Di heman demê de armanca me ev e ku em dakevin pirsgirêkên jinan ên rojane jî û wan çareser bikin. Pêwîst e jin enerjiya xwe tenê li malê xerc nekin.”