Erdogan, li Qibrisê hat protestokirin
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo vekirina projeya avê hat Qibrisê hat protestokirin.
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo vekirina projeya avê hat Qibrisê hat protestokirin.
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo vekirina projeya avê hat Qibrisê hat protestokirin.
Projeya Avê ya ji ber texrîbata ekolojîk ava dike û pirsgirêkên polîtîk ku rastî nerazîbûna Tirkên Qibrisî tê, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û heyeta pê re ya ji bo vekirina projeya avê hat Qibrisê beriya bê Geçîtkoy li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Lefkoşa çalakiya protestoyî pêk hat.
Rêxistinên girseya demokratîk, sendîka û partiyên siyasî yên li Parka Çaglayan a Lefkoşa kom bûn dest bi meşê kirin. Girseya ku pankarta, “Ava te anî canan paqij nake” vekir, li hember hikûmeta AKP’ê û Erdogan dirûşm qîr kirin. Di çalakiyê de komkujiya Enqereyê bi dirûşman hat lanetkirin û wiha hat gotin: “Em li welatê xwe qatilan û dîktatorên me biçûk dibînin naxwazin.”
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Mamostayên Tirk a Qibris Şener Elcîl got: “Em ava dîktatorekî ku heval û hevrêyên me qetil dike, li Başurrojhilat ji bo berjewendiyên xwe mirov qir dike, di her firsendê de heqaretê li Tiekên Qibris dike naxwazin.”
Girseya ku li ber sefaretxaneyê rastî barîkata polîsan hatin daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî ji aliyê Serokê Giştî yê Sendîkaya Mamostayên Tirk a Qibris Semen Saygûn ve hat xwendin. Saygûn got: “Îro li girava me hinek biyanî hene. Em nikarin van biyaniyan wek mêvan pênase bikin ji ber îro di mahzûbantiya xwe de, tenê siyasetmedarên Tirk ên Qibrisî ji bo vekirineke li girava me pêk bînin, dawet kirine.”
Saygûn axaftina xwe wiha domand: “Ev projeya ku ji bo vekirina cara dehemîn tên girava me hem dikare karesatên ekolojîk bi xwe re bîne hem jî dibe bibe ‘karesata sedsalê’. Ji me re dibêjin hûn nikarin xwe bi xwe rê ve bibin, hûn nikarin avekê jî bi rê ve bibin. Bi gotina wan, dixwazin ji ‘navikê’ ve me bi xwe girêbidin, zêdetir em berbendî wan bibin. Ji ber vê li girava me ne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan ên li welatên xwe ji bo şovê bikin li girava me ne.
Tiştên ku ev biyanî ji bo me rewa dibînin êdî nema me matmayî dikin. Ne tenê me, ev kes mirovên ji gelê xwe ji bo desthilatiyên xwe qetil dikin. Li Amedê, Pirsûsê û hê hefteya bihurî li Enqereyê, zêdetirî sed kesên ku dixwestin mafê xwe yên demokratîk bikar bînin bi bombeyan qetil kirin. Ev biyanî berpirsên komkujiyê ne.
Îro em li vir hem şînê de ne hem jî di raperînê de ne. Ji bo ciwan û kedkarên hatin qetilkirin di şînê, ji bo tiştên li ser me û gelên Tirkiyeyê rewa tên dîtin jî di raperînê de ne.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ji bo bîranîna kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane nepoxên reş firandin.