Ji RSF'ê rapora 'pirsgirêka Kurd'

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di lêkolîneke xwe ya berfireh a li ser pirsgirêka Kurd de bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di lêkolîneke xwe ya berfireh a li ser pirsgirêka Kurd de bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê.

Di dosyayê de têkiliya di navbera pirsgirêka Kurd û azadiya çapemeniyê de hat nirxandin û hat ragihandin ku dosya di encama xebata du heyetên çûn Stenbol û Amedê de hat amadekirin.

'AZADIYA AGAHIYAN PARÇEYEK JI ÇARESERIYÊ YE'

Di lêkolînê de hat ragihandin ku azadiya agahiyan parçeyek ji çareseriya pirsgirêka Kurd e û sê meh piştî destpêkirina şer Tirkiye veguheriye 'permîla barûtê'.

Di raporê de, ji zêdebûna sansurê û vegera ji pêvajoya aştiyê re cihekî berfireh tê veteqandin.

RSF vê nirxandinê dike: 

"Dema hevdîtinan dewam dikirin, di medyayê de pirsgirêka Kurd bi awayekî azad dihat nirxandin, ji ber ku desthilatdariyê bi vî rengî dixwest. Lê belê ji ber ku reformeke bingehîn tinebû û edaleteke serbixwe nehat rûniştandin, xweşbîniya heyî li gorî rewşê hat guhertin û li polîtîya ço ya heyî vegeriya."

Berpirsyarê RSF ê Rojhilatê Ewropa û Buroya Asya ya Navîn Johann Bîhr gıto, "Bi tenê reformên bingehînî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikare pirsgirêka Kurd daxîne asteke ji rêzê."