Li Fransayê di salekê de 855 bêmal jiyana xwe ji dest dan

Li Fransayê di sala 2024’an de 855 kesên bêmal li kolanan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên koma civaka sivîl Collectif Les Morts de la Rue (Kolektîfa Mirinên Kolanan), ev hejmar li gorî sala 2023’yan ku 735 hatibû tomarkirin, zêde bûye.

PIRANIYA WAN MÊR IN

Piraniya kesên ku di sala 2024’an de jiyana xwe ji dest dane mêr bûn: 703 mêr, 112 jin, 40 kes zayenda wan nehat zanîn û kesek transseksuel. Her wiha 19 zarokên temenê wan di bin 4 salî de li kolanan jiyana xwe ji dest dane.

Temenê kesên jiyana xwe ji dest dane kêm û zêde 48 salî ne. Ev kes bi piranî li qadên giştî, stargehên demkî (otopark, li bin pêlikan, avahiyên şantiyeyan, îstasyonên metroyê) an stargehên lezgîn dijiyan.

BÎRANÎNA BÊDENG

Li Parîsê şeva Yekşemê ji aliyê kolektîfê ve çalakiyek hate lidarxistin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Di çalakiyê de afîşên ku navên 485 kesên ku di navbera salên 2012 û 2023'an de li kolanan jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Her wiha 20’ê Gulanê roja Sêşemê saet di 18:00’an de li 2020’emîn Herêma ku li Parka Bellevilleya Parîsê ye çalakiyeke bîranînê were lidarxistin.

TÊ PAYÎN KU DI SALA 2025'AN DE 350 HEZAR BÊMAL HENE

Li gorî rapora Weqfa ji bo Xizanan Xanî a ku berê wekî Weqfa Abbé Pierre dihat nasîn, hejmara bêmalên li Fransayê gihîştiye 350,000 kesan. Kolektîf diyar dike ku ji destpêka sala 2025’an û vir ve hejmara kesên ku li kolanan mirine 186 e.

Rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan bang li dewletê dikin ku çareseriyên mayîndetir pêş bixe û tedbîrên lezgîn bigire da ku van mirinan rawestîne.