Komkujiya Enqereyê li Bern û Solothoûrn hate lanetkirin

Li qadên bajarên Bern û Solothoûrn ên Swîsre komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin.

Li qadên bajarên Bern û Solothoûrn ên Swîsre komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin.

Li qadên bajarên Bern û Solothoûrn ên Swîsre komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. Siyasetmedarên Swîsreyî di çalakiyan de mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku divê berpirsên rastî yên komkujiyê bên aşkerakirin û destnîşan kirin ku divê rola AKP’e û Erdogan di vê komkujiyê de çi ye, bê lêkolînkirin.

BERN

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê li bajarê Bern ê Swîsre, Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP), Partiya Karkerên Swîsre (PDA), Sendîkaya Ûnîa û nûnerên Keskan jî tê de, çalakiyak hat lidarxistin. Çalakiya ku li pêşiya gara navendî ya Bernê hat lidarxistin de tevlîbûnek zêde ya Tirkiyeyî û Kurdistaniyan hebû, pankartên dijî AKP’e û Erdogan hatin vekirin.

MARGRET: PÊWÎST E BERPIRSÊ RASTÎ YÊN KOMKUJIYÊ TAVILÊ BÊN AŞKERAKIRIN

Çalakî ji bo bîranîna kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpê kir, destpêkê mafê axaftinê Parlamentera SP Parêzer Kîener Nellen Margret wergirt û komkujî şermezar kir. Xwest ku berpirsê rastî yên komkujiyê tavilê bên aşkerakirin. Margret bal kişand ser hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî û got wê di van hilbijartinan de wek çavdêr li Tirkiyeyê be.

LANG: EM Ê ŞOPDARÊ PÊVAJOYÊ BIN

Nûnerê Keskan Jo Lang bi şermezarkirina komkujiyê dest bi axaftina xwe kir û got: “Hefta borî me li bajarê Cenevre di civîna NY ku Tirkiye jî tevlî bibû de ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike, me di şexsê NY de daxwaz kir komek bê avakirin û em ê van hewldanên xwe bidomînin, şopdarê pêvajoyê bin.”

Di axaftinên ser navê PDA û Ûnîa de komkujiya Enqereyê bi zimanekî tund hat rexnekirin, hat destnîşankirin ku divê kesên alîgirê aştiyê û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, her tim di nav piştevaniyekê de bin.

Piştî axaftinan, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

SOLOTHOÛRN

Her wiha li bajarê Solothoûrn ê Swîsreyê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothoûrnê de gelek kes hatin gel hev û komkujiya Enqereyê protesto kirin. Di çalakiyê de li hember AKP’e û Erdogan bertekên pir mezin hatin nîşandan, hat xwestin ku tavilê berpirsên rastî derxînin holê. Girseyê wêneyên kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn rakirin, dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Dawî li komkujiyan bînin” û “Piştevaniya navneteweyî” hatin gotin.

Çalakî bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.

...