Bombevan li Şaredariya AKP'yî karmendekî kadro ye

Derket holê, yek ji bombevanên li Enqereyê Omer Denîz Dundar û bombevanê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz, ji ber têkiliya bi 'El Qaîde' re dihatin lêpirsîn, lê ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê, hatiye sekinandin.

Derket holê, yek ji bombevanên li Enqereyê Omer Denîz Dundar û bombevanê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz, ji ber têkiliya bi 'El Qaîde' re dihatin lêpirsîn, lê ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê, hatiye sekinandin.

Salîh Kuçuktaş ê ku weke kesê li Semsûrê çeteyên DAIŞ'ê bi rêxistin dike tê naskirin, di Şaredariya AKP'yî de karmendekî kadro ye.

Hevkariya AKP-DAIŞ'ê, ku di dema êrîşên li hemberî Rojava bi taybetî li hemberî Kobanê de bi dîmen û belgeyan gelekî zelal hatin aşkerakirin, bi belgeyeke din piştrast bû. Tevî hemû hewldanên ji bo xapandin û nîşandana hedefa şaş jî, ji ber ku di êrîş û komkujiyên bombeyî yên li Tirkiye û bajarên Kurdistanê de DAIŞ hatin bikaranîn, aşkera dibe ku ev çete ji aliyê AKP'ê ve tê parastin û bi rê ve birin. Yek ji delîlên vê yekê jî, lêpirsîna sala 2013'an a li hemberî yek ji bombevanê li Enqereyê Omer Denîz Dundar û bombevanê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz hatiye vekirin e.

Di çarçoveya lêpirsîna "El Qaîde"yê de, ku li Meletiyê ji aliyê Dozgeriya bi erka taybet ve hat destpêkirin, lê piştî ev dozgerî hat girtin lêpirsîn li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê hat dewamkirin, der heqê Mûstafa Dokûmaci, Mehmet Îşbar û Salîh Kuçuktaş de di 26'ê Kanûna 2014'an de gilînameya bi hejmara 2015/2 hat amadekirin û doz li wan hat vekirin.

Di çarçoveya vê lêpirsînê de, tevî yek ji kiryarên êrîşa li Enqereyê Omer Denîz Dundar, cêwî Mahmût Gazî Dundar û êrîşkarê bombeyî yê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz jî di nav de 19 kes ketibûn ber lêpirsînê. Lê belê der heqên van 19 salan de biryara "pêwîstî lêpirsîna wan nîne" hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya Dokûmaci, Îşbar û Kuçuktaş hat girtin û yekser serbest hatin berdan. Bi serbestberdanê re li telefona wan hat guhdarîkirin. Li gorî gilînameyê di axaftinek 24'ê Îlona 2013'an a navbera Dokûmaci û Kuçuktaş de, Dokûmaci ji hevalê xwe dipirse ku wê kengî bê Sûriyeyê. Got ku kesê bi navê Haci wê pere amade bike û ji Salîh jî xwest ku wesayîtê amade bike.

Di axaftina 25'ê Îlonê de jî Dokûmaci diyar kir ku ew li Sûriyeyê ye. Her wiha di 27'ê Îlonê de Dokûmaci di axaftineke din de ji Kuçuktaş dipirse Zarokên me li cem te ye?"

Li gorî gilînameyê Salîh Kuçuktaş bi rêya îllegal di 5'ê Kanûna 2013'an de derbasî Sûriyeyê bû. Di axaftineke bi telefonê ya wê rojê de dibêje ku kelûmelên wî ketine destê leşkeran û di axaftina duyemîn de jî anî ziman ku wan cihê li aliyê din hev du bibînin zelal kirine.

Di gilînameyê de tê gotin, "Li herêma şer a li Sûriyeyê bi komên aktîf re di nava têkiliyê de ne, bi xwe çûne herêma şer, ji bo mirovên din biçe herêma şer bûne alîkar, endam peyda kirine, li gorî nepenîtiyê tevgeriya ne, navê kod bi kar anîne, di qeydên telefonan de hatiye tespîtkirin ku di nava hiyerarşiyê de roleke aktîf dilîzin û ev hemû bi delîlên şênber hatine tespîtkirin" û her çend li gorî van tespîtan tê gotin endamên rêxistinê ne, ji bo bê girtin bên darizandin, tên berdan.

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Eren Erdem jî duh li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku yek ji bombevanê li Enqereyê Yûnûs Emre Alagoz, telefonên wî 2 sal in lê tê guhdarîkirin û di vî warî de hin mînak da.

Erdem anî ziman ku di axaftineke bi telefonê ya meha Gulanê de bombevanê li Enqereyê Yûnûs Emre Alagoz bi axaftina bi birayê xwe Yûsûf Alagoz de dibêje, "Dibe ku ev yek axaftina dawî ya di navbera me de be. Hem ji bo Abdurrahman (birayê wî yê bombevanê li Pirsûsê) hem jî ji bo min înşalleh".

Erdem diyar kir ku di gilînameya hatiye amadekirin de tê gotin ku Salîh Kuçuktaş ê ji DAIŞ'ê re endaman peyda dike li Şaredariya Semsûrê ya AKP'yî endamekî kadroyî ye.