Di hefteya yekemîn a komkujiyê de şehîdên aştiyê bi çalakiyek bê deng a rûniştinê ve li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin bîranîn.
ANF
STENBOL
şemî, 17 kewçêrê 2015, 19:38
Di hefteya yekemîn a komkujiyê de şehîdên aştiyê bi çalakiyek bê deng a rûniştinê li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin bîranîn. Parlamenterên HDP, CHP, nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên girseyên demokratîk jî tevlî bîranînê bûn, nepoxên navê şehîdên aştiyê li ser, firandin. Bi hezaran banga hesabdayinê li hikûmetê kir.
HÊZÊN DEMOKRATÎK EWLEHÎ PÊK ANÎN
Di pêşengiya DÎSK, KESK û TTB de bi boneya 10’ê Cotmehê komkujiya Enqereyê li her bajarî aktîvîteyên bîranînê hatin lidarxistin. Ji van bajaran yek Stenbol, bi hezaran kes li Qada Îskele ya Kadikoy kir mêvan, şehîdên aştiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi çalakiyek rûniştinê ya bê deng hatin bibîranîn. Li Qada Îskele ya Beşîktaş a Kadikoyê ewlehiya qadê hêzên demokrasiyê girtin ser milên xwe. Hêzên demokrasiyê qada bîranînê bi korîdora ewlehiyê dorpêç kirin, kesên ketin qadê bi dedektoran kontrol kirin.
HEZARAN GOTIN 'QATIL DEWLET'
Bi hezaran kesên hatin qadê li pişt pankarta, “Em ji bîr nakin, em li vir in” rûniştin. Parlamenterên HDP, CHP, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk tevlî çalakiyê bûn. Wêneyên şehîdên aştiyê û dowîzên, “Em qatil nas dikin” hatin rakirin. Bi çalakiya bê deng a saetekê hêrsa xwe bê deng anîn ziman û lanet li hikûmeta AKP’ê barandin. Di bîranînê de helbesta helbestvan Refîk Dûrûbaş a ji bo şehîdên aştiyê bi navê “Li gara Enqereyê” hate gotin. Nepoxên reş ên navê şehîdên aştiyê li ser firandin asîman, bi hezaran dirûşmên, “Wê dewleta qatil hesab bide”, “Diz qatil AKP” qîr kirin.
GOVENDA NIVÇE HATE TEMAMKIRIN
Piştî bîranînê Navenda Hûnera Ay Işigi, şanoya ji bo şehîdên aştiyê amade kiribûn, pêşkêş kir. Lîstikvanan cilên reş li xwe kirin û rûyê xwe bi rengê spî boyax kirin ji derdorê eleqeyek mezin dîtin. Şano ji ber komkujiyê stran û govenda nîvçemabû ku temam kirin bi dawî bû.