Li New Yorkê protesto: Em qatilê li Enqereyê nas dikin!

Li bajarê New York ê DYA, Komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Li bajarê New York ê DYA, Komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Li ser banga gelek saziyan ku HDP New York jî di nav de, li ber Konsolosxaneya Tirk Komkujiya Enqereyê hat protestokirin.

Tevî ku nava hefteyê bû û saetên kar jî bû tevlîbûneke xurt pêk hat. Di serî de komên Amerîkî û Îranî ji gelek weatan gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de pankarta Îngîlîzî û Tirkî "Dîsa dîsa aştî" hat vekirin, dirûşmên “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Dîsa dîsa aştî”, “Li hember faşîzmê mil bi mil” hatin gotin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê ji bo bêdengkirina muxalifan tişta ji dest tê dike û wiha hat gotin: "Em qatilê li Enqereyê nas dikin.”

Di vê navberê de komeke faşîst a li ber avahiya konsolosxaneyê û ala Tirkan rakir, xwest bi dijûn û dirûşman çalakvanan tehrîk kirin.

Girseya nehat provokasyonê qurnefîlên sor li cadeyê danîn û çalakî bi dawî kirin.