ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Pêwîst hêzên navneteweyî piştgiriya xwe ya ji Tirkiyeyê re qut bikin'
Li hemberî komkujiya Enqereyê li derveyî welêt nerazîbûn didomin. Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo kesên hatine qetilkirin konê taziyeyê hat vedan. -
Bagdû li cihê hat qetilkirin hate bîranîn
Kadîr Bagdû yê 14’ê Cotmeha 2014’an dema li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikirin hat qetilkirin, li cihê hat qetilkirin hate bîranîn. -
Rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê li Erîvanê protesto kirin
Li Erîvanê rewşenbîr û saziyên Kurd komkujiya Enqereyê protesto kirin. -
Ciwanên şoreşger li du deveran çalakiya qutkirina rê li dar xistin
Ciwanên Sosyalîst ên Şoreşger, bi armanca protestokirina komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li Kadikoy û Ayazaga çalakiya qutkirina rê li dar xistin. -
PHKÊ komkujiya Enqereyê lanet kir
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî komkujiya Enqereyê şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku tola şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên şoreşê 1’ê Mijdarê ji AKP û dijminên gelê Kurd hilînin.” -
Hilbijêr li Swîsreyê çûna ser sindoqan didomînin
Li Swîsreyê dengdan di roja 7. de didome. Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir ku biçin ser sindoqan. -
Heyeta Ewropayî li Rojava ye
Heyeta siyasetmedar û akademîsyenên Ewropayê serdana hevserokatiya kantona Cizîrê kir. -
Di çalakiya ‘Edalet û ronîkirinê’ de li hember komkujiya Enqereyê bertek
Di çalakiya “edalet û ronîkirinê” ya Parîsê de komkujiya Enqereyê nehat jibîrkirin. -
Ji bo lêpirsîna komkujiya Enqereyê qedexeya weşanê
Serdozgeriya Komarê ya Enqere têkildarî lêpirsîna komkujiya Enqereyê biryara qedexeya weşanê ya demkî da. -
Rêxistina HDP’ê ya Tokat: Em soz didin hevrê Zakîr, em ê aştiyê bînin
Ji bo Muhammet Zakîr Karabûlût ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, Rêxistina HDP’ê ya Tokatê daxuyaniyeke nivîskî weşand, komkujî şermezar kir û xwest tavilê hesab ji berpirsyaran bê pirsîn. -
Balûken: Erdogan û AKP zemînê ji sûîqestên siyasî re amade dikin!
Balûken hişyariya, "Di rojên pêşiya me de jî eger tedbîrên pêwîst neyên girtin wê welêt ber bi şerê navxweyî ve biçe.” Balûken anî ziman ku civîneke Demîrtaş jî ji ber îxtîmala sûîqestê hatiye taloqkirin. -
@DrBereday ê di Twitterê de endamê MÎT'ê Erhan Ozel e - HAT NÛKIRIN
2 kesên beriya komkujiya li Enqereyê ku 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê aşkera kirin ku wê komkujî pêk were, hatin binçavkirin. -
Li gelek navendan 25 kes hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin
Li gelek navendan, di serdegirtinan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin. -
Bavê êrîşkar: Ez pir caran çûm emniyetê
Bavê Omer Denîz Dundar ê tê texmînkirin ku komkujiya li Enqereyê pêk aniye got, "Ji bo kurê xwe bînim gelek caran çûm emniyetê.” Bav got ku hewldanên wî bê encam mane. -
Vaye daxwaznameya li ser plana 'sûîqesta li dijî Demîrtaş'
Derket holê ku HDP'ê agahî bi dest xistiye û li hemberî sûîqesta li dijî Demîrtaş, serî li Wezaretê daye. Lê belê hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê heta niha di vê derbarê de tiştek nekiriye. -
Yuksekdag: Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin
Yuksekdag sersaxî ji malbatên şehîdên aştiyê Dîcle Delî û Fatma Esen re xwest û got, "Em ê têkoşîna şehîdên aştiyê li her qadê bidin jiyîn. Em ê Dîcle û Fatma ji bîr nekin." -
Nasnameyên qetlîamkeran diyar dibin
Hat ragihandin, ku qetlîamkerên li Enqereyê, endamên DAIŞ'ê Yûnûs Emre Alagoz û Omer Denîz Dundar in. -
"Derba herî xurt a li AKP'ê bê xistin, tevlîbûneke xurt a li dengdayînê ye'
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Derveyî Welat got, "AKP naxwaze em biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Derba herî mezin a li wan were xistin, tevlîbûneke xurt a li pêvajoya hilbijartinê û dengdayînê ye." -
SAMER: HDP rêjeya dengê xwe diparêze, hilbijêr şer naxwaze
SAMER'ê lêkolîna xwe ya nû ya li ser hilbijartinên giştî û rojevê weşand. Li gorî lêkolînê; HDP rêjeya dengê xwe diparêze û piraniya hilbijêr jî şer naxwazin, alîgirê diyalogê ne. -
Xebatên HDP'yiyan ên li Toronto dewam dikin
Xebatên HDP'ê yên li Toronto yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dikin. -
Heyetên PE, OSCE û Konsolosa DYA hatin serdana ÎHD'ê
Heyetên PE, OSCE û Konsolosa DYA yê Edeneyê, Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kirin. Di hevdîtinê de ewlekariya hilbijartinê û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê hatin nirxandin. -
Demîrtaş û Yuksekdag wê roja Înê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin
Demîrtaş û Yuksekdag wê roja Înê li Enqereyê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin. -
Li Elbakê tîmên taybet gule li dibistanê reşandin
Li Elbakê, li ser îdîaya 'ala li dibistanê hatiye daxistin', tîmên taybet avêtin ser dibistana ku xwendekar tê de hebûn û gule li derdorê reşandin. -
Şaredarê AKP'yî weke kiryarê komkujiyê axivî
Şaredarê AKP'yî Erkan Hayla, ku beriya niha bi kuştina wezîfedarekî arkujiyê hat sûcdarkirin, xwedî li komkujiya li Enqereyê derket. -
Di 'lêpirsîna' komkujiyê de 2 kes hatin binçavkirin
2 kesên beriya teqîna li Enqereyê tweeta "Wê bombe li Enqereyê biteqe" nivîsandin, hatin binçavkirin.