Li Îzmîrê kampanyaya ‘Dengê me ji hêviyê re’ hat destpêkirin
Li Îzmîrê Pêkhateya “Dengê me ji hêviyê re” ya ji dilxwazan pêk tê li Navenda Çandê ya Karakedî bi dirûşma, “dengê min ji hêviyê re” civînek li dar xist, ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî çi bê kirin forûmek pêk anî.
ANF
ÎZMÎR
şemî, 17 kewçêrê 2015, 15:44
Li Îzmîrê Pêkhateya “Dengê me ji hêviyê re” ya ji dilxwazan pêk tê li Navenda Çandê ya Karakedî bi dirûşma, “dengê min ji hêviyê re” civînek li dar xist, ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî çi bê kirin forûmek pêk anî.
Di civînê de daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama pêkhateyê Helîn Alp ve hat xwendin.
Alp bi bîr xist ku di 1’ê Mijdarê de ya wekhevî, edalet û azadiyê temsîl dike HDP ye û got: “Em bi hêvî ne, em ê dawî li şer bînin, li hember komkujî, êrîşan em ê aştiyê qezenc bikin.”
Alp banga di 1’ê Mijdarê de em dest bidin hev kir û wiha dewam kir: “Werin di 1’ê Mijdarê de em deng bidin hêvî û aştiyê! Werin di 1’ê Mijdarê de hê bi biryar, bihêz, qerebalix û bi bandor dengê xwe bidin hêviyê, dengê xwe bidin HDP’ê.”
Beşdaran piştî forumê, li Cadeya Alsancak Kibris Şehîtlerî stand vekirin, belavokên, “Dengên me ji HDP’ê re belav kirin.