Li Riha û Mûşê 12 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP li hemberî HDP û DBP'ê dimeşîne, dewam dike.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP li hemberî HDP û DBP'ê dimeşîne, dewam dike.

Li Rihayê polîsan avêtin ser 16 navnîşanan û di encamê de Keyayê taxa Evteştî Omer Çîçek, Mahmut Çîçek, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û Hîlvanê Sîbel Sutpak, Huseyîn Sutpak, Xebatkarê Radyoya Karacadag Muslum Polat, xebatkarên Şaredariya Pirsûsê Ferît Ak û Halîl Dîşlîk û welatiyên bi navê Emrah Dîşlîk, Ozgurcan Altingul, Rogar Firat, Vedat Gokler û zarokê M.A. (16) hatin binçavkirin. 

Li navçeya Kopê ya Mûşê di serdegirtinên malan de beriya sê rojan welatiyên bi navê Ziya Bîngol, Şener Emînoglu, Mahzar Duman û Fehîm Ozan ên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê.

Welatiyên ku îfadeyên wan hatin girtin bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya Şener Emînoglu hate berdan Duman, Bîngol û Ozan hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.