YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê navên 2 şervanên xwe yên di berxwedana Holê û Girê Spî de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê de wiha hat gotin: “Di dema ku dijmin dixwaze Îradeya gelê berxwedêr bişkîne. Bi hezaran legengên weke Merwan û Bihar canê xwe feda dikin, heta ku nehêlin kiryarên bê rûmetiyê li ser gelan de were kirin. Di berxwedaniyê bi heybet a ku Yekîneyên me YPG/YPJ’ê di çeperên şer de didin nîşandan de 2 rêhevalên me yên ku roleke mezin di jiyan û şer de dilîstin tevlî nava refên pakrevanan bûn.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina jin di kesayeta Merwan û Bihar de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe bi şehîdan re nû dikin. Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.
Li gorî Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya her du têkoşeran wiha ye:
Nav: Ferhad Temel
Nasnav: Mervan Gap
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Xeta Holê 13-10-2015
Nav: Fatma Hesen
Nasnav: Bihar Girê Spî
Navê dayikê: Fîdan
Navê bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Girê Spî
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir – Til Hemam 01- 10- 2015