Li Asyaya Navîn di meha Gulanê de germahî gihîşt 40°C
Welatên Asyaya Navîn vê biharê bi pêla germahiyek dijwar re rû bi rû man.
Welatên Asyaya Navîn vê biharê bi pêla germahiyek dijwar re rû bi rû man.
Di meha Gulanê di serî de li Qazaxistanê û li seranserê herêmê germahî gihîşt 40°C. Pispor diyar kirin ev yek bi awayekî vekirî bandorê li krîza avhewayê dike.
Tomarkirina pêla germahiyê li pey yek hat:
- Germahiya li paytexta Kirgizistan Bîşkekê gihîşt 37.1°C û ev jî ji bo meha Gulanê bû rekorek.
Her çiqas gelek bajarên Ozbekistanê di meha Nîsanê de rekorên germahiyê şikandin jî, paytext Taşkent di meha Gulanê de nêzî rekoreke nû bû.
- Li paytexta Tirkmenistan Aşgabatê germahiya herî bilind a ku di meha Nîsanê de ji sala 1891’an vir ve hatiye pîvandin 40°C ye.
- Zivistana Qazaxistanê 2.7 pile germtir derbas bû û niha li 11 herêman hişyariya ziwabûnê hatiye kirin.
- Her çiqasî li Tacîkistanê jî germahiyên neasayî hatyin çavdêrîkirin jî daneyên berfireh nehatin ragihandin.
DI 30 SALAN DE NÊZÎ 1,5°C ZÊDE BÛ
Li gorî daneyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), germahiya li Asyaya Navîn di 30 salên dawî de 1,5°C zêde bûye. Ev rewş 2 caran ji ya gerdûnê zêdetir e. Herêma ku ji dûrî deryayê ye û çol û deşt e, ava wê pir kêm e.
Pispor hişyar dikin ku krîza avhewayê dê bandorên cidî li ser çandinî, çavkaniyên avê û tenduristiya mirovên Asyaya Navîn bike. Zêdebûna germahiyê nîşaneya ku wê havînê bi karesatên mezintir rû bi rû bimînine.