Rojhat Kavak li Zurîhê hat bîranîn

Rojhat Kavak ê êvara 5’ê Cotmehê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (DEM-KURD) hat bîranîn.

Rojhat Kavak ê êvara 5’ê Cotmehê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (DEM-KURD) hat bîranîn.

Rojhat Kavak (22) kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê sala 2012’an li bajarê Innsbrûck ê Awûstûrya dawî li jiyana xwe anî, êvara 5’ê Cotmehê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê li qadeke daristanî xwe daliqand. Kavak ê rakirin Nexweşxaneya Kanton a Lûzern tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Kavak ê demekê li Swîsre di nav xebatên ciwanan de cih girt, li ser daxwaza malbatê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de malbata Kavak jî ku amade bû, têkildarî jiyana Kavak sînevîzyon hat temaşekirin.

Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.