Dr. Yusif Mihemed: Em piştgiriyê didin gelê derdikeve kolanan

Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed Sadiq, li Silêmaniyê bi heyeteke ji rojnamevan, pêşmergeyên berê û parlamenterên Kurdistanê yên berê yên Parlamentoya Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed Sadiq, li Silêmaniyê bi heyeteke ji rojnamevan, pêşmergeyên berê û parlamenterên Kurdistanê yên berê yên Parlamentoya Iraqê re hevdîtin pêk anî.  Sadiq got:  “Ji ber krîza serokatiya herêmê ya li Başûrê Kurdistanê çareser nebûye, li herêmê gelek pirsgirêk rû bidin.”

Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed Sadiq, diyar kir ku piştgiriyê didin mamosta û gelê derdikevin qadan, “Şîdet û aloziyê” napejirînin û şewitandina avahiyên partiyên siyasî rast nabînin.

Dr. Yusif Mihemed, îro li avahiya girêdayî Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê bi heyeteke ji rojnamevan, pêşmergeyên berê û parlamenterên Kurdistanê yên berê yên Parlamentoya Iraqê re hevdîtin pêk anî. Mihemed têkildarî krîza li Başûrê Kurdistanê daxwazên heyetê guhdar kir.

Mihemed têkildarî krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê agahî da heyetê, diyar kir ku pêwîst e destpêkê pêşiya bûyerên şîdetê bê girtin û şîdet tiştekî çareser nake.

Dr. Yusif Mihemed got: “Ya destpêkê  bê kirin ev e, pêşiya mijara ku gel ber bi bûyerên şîdetê ve dibe bê girtin û hêzên ewlekariyê li hember gel şîdetê bi kar neyînin.” Sadiq wiha dewam kir: “Ji ber krîza serokatiya herêmê ya li Başûrê Kurdistanê çareser nebûye, dibe sedem ku li herêmê gelek pirsgirêk rû bidin. Ji wan a serekê jî krîza aborî û nedana meaşan e. Her wiha krîza serokatiya herêmê, dibe sedema valatiya destûra bingehîn û qanûnî. Em van pirsgirêkan tenê dikarin bi diyalogê çareser bikin. Pirsgirêka heyî û valatiya qanûnî bi avêtina ser beşekê û ew partî wek qurbanî îlankirinê re pirsgirêk çareser nabin.”

Dr. Yusif Mihemmed Sadiq, piştî aloziya di navbera Tevgera Goran û PDK’ê de zêde bû, hefteya bihurî ji aliyê asayîşa PDK’ê destûr nehatibû dayîn bikeve Hewlêr. Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotibû, “Êdî ne serokê parlamentoyê ye”. Dr. Yusif Mihemmed Sadiq îro li Silêmaniyê li avahiya girêdayî Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat ser karê xwe û got ku wezîfeya xwe ya serokatiya parlamentoyê didomîne.

...