DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtinê dikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtinê dikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re li Navenda Giştî ya partiya wan hevdîtinê dikin.
Heyeta ji Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Arikan, Serokwekîlê Komê Bulent Kaya, Seroka Baskê Jinan Nûrgul Beytiye Ekîncî û kontrolkara partiyê Merve Aydin Kuçuk ve hate pêşwazîkirin.
Civîn li çapemeniyê girtî pêk tê.
Heyeta DEM Partiyê wê sibe jî bi Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel re li Navenda Giştî ya CHP'ê hevdîtinê bike.
Yek ji hevdîtinên sibe yên heyeta DEM Partiyê wê bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refah (YRP) Fatîh Erbakan re be.
Heyeta DEM Partiyê wê roja înê jî bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.