Li Geverê şerekî giran heye

Li bejahiya gundê Şitazin ê Geverê, şerekî dijwar diqewime. Ji 4 şivanên li herêmê ev du roj in agahî nayê girtin.

Li bejahiya gundê Şitazin ê Geverê, şerekî dijwar diqewime. Ji 4 şivanên li herêmê ev du roj in agahî nayê girtin.

Li herêma Geliyê Doskî û bejahiya gundê Şitazinê yê Gevera Colemêrgê ev 2 hefte ne di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên derketine operasyonê de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin ku vê sibehê jî şerê dijwar destpê kiriye. Her wiha balafirên şer herêmê bombebaran dikin. Hat zanîn ku şer bi taybetî li herêmên Serêsatê, Girêberxan, Mêrgezerkan, Gomankê û Geperê bi dijwarî didome.

Her wiha nêzî 100 wesayîtên leşkerî yên şevê din ji Wanê hatin çûn herêma şer.

Li herêma ku şer dijwar bûye şivanên bi navê Nazim Kartal, Hakîm Çakmakçi, Savaş Kamerî û Zahir ê paşnavê wî nehat zanîn asê mane. Ev 2 roj in agahî ji her 4 şivanan û bi hezaran pezê wan nayê wergirtin.