BI DÎMEN

Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê komkujiya Enqereyê şermezar kirin

Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê li paytexta Fransa Parîsê civiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê li paytexta Fransa Parîsê civiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin.

Di çalakiya li ber Dêra Saînt Mîchel de bal hat kişandin ser êrîş û komkujiyên AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin û li Enqereyê dewam kiriye.

Hunermendan ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û find vêxistin.

Hunermendan bi zimanê Fransî dirûşme qîriyan û komkujî şermezar kirin. Her wiha li ser polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê jî belavokên bi zimanê Fransî belav kirin.

Çalakî bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.