HDP'ê Komeleya Kuresunniyan ziyaret kir
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê û namzetên parlamenteriyê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan ziyaret kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê û namzetên parlamenteriyê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan ziyaret kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê û namzetên parlamenteriyê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan ziyaret kirin.
Di serdanê de Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Bedîa Ozgokçe û Adem Geverî amade bûn. Heyeta HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan Ferhat Atacan û rêveberên Komeleyê ve hat pêşwazîkirin.
Atacan di destpêkê de mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku weke Kuresunniyên xwedî çandeke cuda, ji bo dîrok û çanda xwe nas bikin wan komele ava kirine. Atacan ragihand ku dem hatiye êdî aştî bi rastî jî bikeve meriyetê û destnîşan kir ku aştî nirxekî gelekî girîng e.
Dîlekçî piştre axivî û anî ziman ku gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke gelekî zehmet re derbas dibe. Dîlekçî ragihand ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelan di bin sîwanê HDP'ê de serketineke mezin bi dest xistine, benda ji sedî 10'an a 12'ê Îlonê hilweşandine û got, "Divê em êdî bi hev re bin. Hingî kesek nikare me ji hev veqetîne. Em ê hîn bêhtir hev bigirin. Kî çi dike bila bike, biratiya me wê heta bi hetayê bidome. Welatiyên me yên Kuresunniyî ji bo nirxekî gelekî girîng e."
Namzeta parlamenteriya Wanê ya HDP'ê Bedî Ozgokçe Ertan jî diya rkir ku Tirkiye ji aliyê çandî ve xwedî dewlemendiyeke mezin e û da xuyakirin, ku ev dewlemendî sed sal in tine tê hesibandin. Ozgokçe got, "Em xizmên hev in, em cîranên hev in. Em her şêwe cihêkariyê red dikin. Em ê vê biratiya xwe bi aştiyê re tacîdar bikin."