Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev, bi armanca pêkanîna koordînasyoneke bi bandor a di têkoşîna li hember terorê de ku teklîfa şandina heyeteke Rûs a Washingtonê ji aliyê DYA ve hat redkirin wek ‘ehmeqîyekê’ bi nav kir.
Medvedev, ji bo helwesta DYA ya ji muzakereyan ku direve jî got, “nêrîneke teng’ û ‘lewaz e’.
Serokwezîrê Rûsya Medyedev ê ji kanala Rossiya 1 re axivî got: “(DYA’yî) dibêjin em muzakereyan nakin. Li gor min ev nêrîneke teng û lewaz e. Ji ber lîder û welatên bihêz ên berpirsyartiyan hildigirin, di rewşên wiha de xwedî nêrînên cuda bin jî diçin muzakereyan.” Medyedev diyar kir, “Li gor min ev helwesteke ehmeqî ye”û got ku Rûsya pêşniyarên muzakereyan ti carî red nekiriye.
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, ji bo têkildarî çalakiyên DYA û Rûsya yên li Sûriyeyê di têkoşîna li hember terorê de koordînasyoneke leşkerî û siyasî ya bi bandor çêbibe heyeteke DYA dawetî Moskowa kiribû. Pûtîn gotibû ku mimkun e heyeteke Rûs jî ya bi serokatiya Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev biçe Washington.
Lê DYA tevî ku heyeta Rûs qebûl nekir, ragihandibû ku ne mimkun e heyeta wan biçe Moskowa. Pûtîn ev helwesta DYA wek ‘hilweşîner’ îfade kiribû.