ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Norwêcê çalakiya ji bo Sûrê: Kujer Erdogan!
Li Norwêcê li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike çalakiyek hat lidarxistin. -
Glazova: Li Tirkiyeyê ne PKK, gelê sivîl şer dike
Dr. Anna Glazova got, "Kurdan li herêmê lê dijîn bi rengê kantonan xwerêveberî ava kirin. Ev rewşa heyî nabe ji nedîtî ve bê." -
Tirkiyeyê destûr da 500 çeteyên din jî derbasî Ezazê bibin
Dewleta Tirk desteka xwe ya ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên nikarin li ber şervanên Ceyş el Siwar bisekinin, zêde kir. Dewleta Tirk destûr da 500 çeteyên din jî derbasî Ezazê bibin. -
DYA: Di nava sal û nîvekê de 26 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Hat ragihandin, di şerê Kurdan, hêzên herêmî û êrîşên hewayî yên welatên koalîsyonê de bi qasî 26 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Di teqîna li Enqereyê de Tûggeneralek jî birîndar bû
Di çalakiya bombeyî ya duh a li Enqereyê de 28 kes mirin, 61 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa li hemberî wesayîtên leşkerî de Tûggeneralek jî birîndar bû. -
AKP li Dortmûnd û Essenê hat şermezarkirin
Li Dortmûndê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Li Essenê jî endam û rêveberên bi dehan saziyan li mizgefta Seîdê Kurdî dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. -
Li Enqereyê teqîna duyem
Piştî teqîna dema derbasbûyina wesayîta serwîsa leşkerî ya li Enqereyê li heman qadê piştî saetekê teqînek duyem pêk hat. -
Li Enqereyê kolan hatin valakirin
Li Enqereyê piştî teqînê kolan hatin valakirin. Li bajar panîkek mezin tê jiyîn. -
Di teqîna li Enqereyê 5 kes mirin, 10 jî birîndar in/ HAT NÛKIRIN
Li Enqereyê li qada Serokatiya Fermendariya Giştî, Fermendariya Hêzên Hewayê û lojmanên leşkerî teqîn pêk hatin. -
Li Enqereyê 2 teqînên dijwar
Li Enqereyê di 2 wesayîtên serwîsê de teqîn pêk hatin. -
Erdogan dijminantiya xwe ya Kurdan dûbare kir
Serokkomarê Tirk Erdogan têkîldarî êrîşên xwe yên li hember Rojava, daxuyaniyên DYA û NY dike hedef kirin. Li ser banga NY a “topbarana li ser Sûriyeyê bi dawî bikin”, got wê bomberdûman dewam bikin. -
Di fûara tûrîzmê ya li Hambûrgê de dewleta Tirk hat şermezarkirin
Li Hambûrgê, di fûara tûrîzmê de dewleta Tirk hat şermezarkirin û banga boykotkirina vî welatî hat kirin. -
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bêyî Ocalan bibîne vegeriya
Delegeasyona Aştiyê ya Navneteweyî, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da, ji ber ku bersiv jê re nehat dayîn vegeriya. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 70 binçavî, 19 girtî
Li Skenderûn, Mersîn û Kop a Mûşê, di serdegirtinên malan de 45 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin. Ji 47 kesên di operasyona li Tarsûsê de hatin binçavkirin, 19 hatin girtin. -
Walîtiya Tirk ji Mîdyatê cerdevan şand Hezexê
Piştî ku 12 ji cerdevanên li Hezexê xwestin îstifa bikin, Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ji bo tevlî operasyonan bibin cerdevan ji Mîdyatê şand Hezexê. -
Rûsya: Ya Tirkiye li sînorê Sûriyeyê dike, bêhiqûqî ye
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova topbarana Tirkiyeyê ya li hemberî bakurê Sûriyeyê weke 'bêhiqûqiyê' pênase kir. -
Raportora PE: Bila YE di navbera Tirkiye û PKK'ê de navbeynkariyê bike
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî ya Hollandayî, di pêşnûme rapora pêşketina salekê ya Tirkiyeyê de bal kişand ser endîşeyên ji ber şerê li Kurdistanê diqewime û ji YE xwest di navbera PKK û Tirkiyeyê de bibe navbeynkar. -
Li Kagithaneyê 5 wesayît hatin şewitandin
Li Kagithane ya Stenbolê 5 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin -
Komploya 15'ê Sibatê li Malmo hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Malmo dijîn tevî dostên xwe çalakiyek lidar xistin û komploya 15'ê Sibatê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. -
Tirkmen ji Selefiyan reviyan û xwe li Efrîn û Lazkiye girtin
Berdevkê Meclîsa Gel a hatayê Hasan Ozgun da xuyakirin, ku Tirkmenên li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê dijîn, ji Selefiyên ji aliyê AKP'ê ve tên destekkirin reviyan û xwe li Lazkiye û Efrînê girtin. -
Bûldan: Divê êdî li ser azadiya Ocalan bê axaftin
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir, bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan re pirsgirêkênvî welatî çareser nabein û destnîşan kir, ku divê êdî Ocalan di nava şert û mercên azad de bi rola xwe rabe. -
Li Kolnê çalakiya jinan a ‘ kesek nikare roja me tarî bike’
Li Kolnê endamên Meclîsa Vîyan a Jinan ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê a li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîda girankirî daketin qadan. -
Li Edeneyê zarokak hat girtin, li çaran jî hepsa hundir hat birîn
Li Edeneyê bi D.Ş. ê di pêşendanên 15’ê Sibatê hat birîndarkirin û piştre hat binçavkirin re zarokek din jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin, ji 4’an jî hepsa hundir hat birîn. -
Rêxistinên Elewiyan: AKP’a ku li Kurdistanê mizgeftan dişewitîne, li Gaziyê êrîşî Mala Cem dikin
Saziyên Elewiyan ên li Enqereyê, êrîşên polîsên Tirk ên li hember Mala Cem û li ser mirovên li herêmê protesto kirin. -
Li Gazî êrîşa polîsan
Girseya li taxên Gazî û Okmeydanê yên Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat.