Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bêyî Ocalan bibîne vegeriya
Delegeasyona Aştiyê ya Navneteweyî, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da, ji ber ku bersiv jê re nehat dayîn vegeriya.

Delegasyona Aşitiyê ya Navneteweyî ya ji 11 kesên navdar ên cîhanê pêk dihat, bi pêşengiya parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa bi armanca ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate Tirkiyeyê, vegeriya. Tevî ku delegasyonê bi giştî 5 caran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Edaletê da jî, ji wezaretê ti bersiv negirte.
Duh jî di civîna çapemeniyê ya li Elît World Otelê de, Moosa ji bo armanca hatina Tirkiyeyê gotibû "Me dixwest bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bikin û wan îqna bikin ku pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin." Lê tevî hemû serlêdan û daxuyaniyan jî Wezareta Edaletê ti bersiv neda delegasyonê.
Delegasyona ku duh danê êvarê bi akademîsyen, nivîskar û nûnerên saziyên civakî re civiya, ji Stenbolê çû.