Li Kolnê çalakiya jinan a ‘ kesek nikare roja me tarî bike’

Li Kolnê endamên Meclîsa Vîyan a Jinan ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê a li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîda girankirî daketin qadan.

Zedetirî 200 Kurdistaniyî yê piraniya wan ji jinan pek tê, li peşiya Dêra Dom a dîrokî li hev civiyan, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û terora dewletê ya li Cizîr, Sûr û Hezexê şermezar kirin. Jinan peyamên, “Kes nikarin roja me tarî bikin”, “Pêşerojên azad li benda gelê Kurd e” dan.

Di mîtîngê de dirûşmeyên, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Qatilê Jinan Erdogan” hatin berzkirin, ji bo tûrîstên Elman û derdorê belavokên bi Elmanî hatin belavkirin. Hin jinan jî wêneyên ciwanên li Cizîrê bi şewitandinê hatin qetilkirin, cade û malên wêranbûyî rakirin.

Di axaftinên çalakiyê de helwesta dewleta Tirk a li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk û pêşketinên YPG’ê hat şermezarkirin. Jinan bi bîr xistin ku ew sînor bi salan e ji aliyê çeteyan dihatin kontrolkirin, wiha pirsîn: “Dewleta Tirk a li hember vê nerehet nebû, çima dema dor tê Kurdan ranagire?” Piştî axaftinên hat destnîşankirin ku “AKP’e dijminên Kurdan e” jinan bi meşekê dawî li çalakiya xwe anîn.

...