Ji bo Kaytan û Altûn li Parîsê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin
Li Parîsê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke bi heybet hate lidarxistin û qala keda nîv sed salî ya herdu nemiran hate kirin.
Li Parîsê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke bi heybet hate lidarxistin û qala keda nîv sed salî ya herdu nemiran hate kirin.
Ji bo kadroyên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate eşkerekirin, li paytexta Fransa Parîsê bîranîneke bi heybet hate lidarxistin.
Bi navê Rêber Apo, KCK, KJK û meclîs û komeleyên li Fransayê çeleng li bîranînê hate danîn.
Bîranînê di şexsê Kaytan û Altûn de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên FCDK-BF Azad Dogan û Fevziye Erdemîrcî axivîn.
Fevziye Erdemîrcî anî ziman ku jiyana Kaytan û Altûn ji bo wan timî mînak bû û got, "Me bi wan re têkoşîna azadiyê nas kir. Bûn pêşengên me, rê nîşanî me dan. Em deyndarê wan e. Em ê di vê demê de têkoşînê mezin bikin, bi azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê tacîdar bikin. Di şexsê hevalê Riza û Fûat de hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînim."
Azad Dogan jî anî ziman ku ew xemgîn in, di heman demê de bi hêrs in û got, "Em ê hêrsa xwe ji bo bîranîna wan bikin hinceta têkoşînê. Ji bo van herdu şoreşgeran nabe şîn bê girtin, ji bo wan divê têkoşîn bê mezinkirin. Pêvajoyeke nû destpê kir. Li ser bingeha banga Rêber Apo em ê civaka demokratîk û aştiyê bi rêxistin bikin, têbikoşin."
Piştre li helbestên Alî Haydar Kaytan hate guhdarîkirin û peyama Rêber Apo hate xwendin.
KARAKOÇAN: HEVALÊ DESTPÊKÊ YÊ RÊBERTÎ BÛ
Hevala Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn Sakîne Karakoçan jî li bîranînê axivî û got, "Şensê min çêbû ku herdu hevalan demeke dirêj nas bikim, bi wan re hevrêtiyê bikim. Min bi xwe hest, fikir û dilsoziya wan a bi têkoşînê re dît, jiyam. Hevalê Fûat li gel taybetmendiya xwe ya milîtaniya şoreşgerî her wiha hevalekî welê bû ku girîngî dida perwerde, felsefe, helbest, hunerê û di van mijaran de hilberandin çêdikir. Hevrê û gelê me yê welatparêz ji keda wî ya li nava têkoşînê şahid e. Heta dawî dilsozê Rêberê me bû. Hevalê destpêkê yê Rêbertî bû. Heta kêliya dawî bi dilsoziyeke mezin hevrêtî ji Rêbertî re kir."
'LI DEŞTÊ, ZINDANAN Û ÇIYÊ LI BER XWE DA'
Karakoçan ji bo Riza Altûn jî got, "Yek ji hevalên li Tûzlûçayirê bû ku Kemal Pîr ew tevlî nava têkoşînê kir. Milîtanekî pêşeng bû. Ji aliyê pratîkî ve kedeke wî ya cidî ji bo mezinkirina têkoşînê hebû. Xwedî kesayetiyekî milîtan û berxwedêr bû. Li Hîlwanê li ber xwe da, li zindana Amedê li ber xwe da, li çiyayên azad li ber xwe da."
Sakîne Karakoçan destnîşan kir ku herdu pêşeng ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dîrok bûn û got, "Wezîfeya me ye ku em ala wan a têkoşînê bi ser bixînin. Divê em bi vê berpirsyariyê têkoşînê mezin bikin. Di şexsê hevrê Riza û Fûat de di serî de şehîdên meha Gulanê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan re didin."
Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna 52 salan a herdu pêşengan hate nîşandan.
ZOHRE ALTÛN: DEMA DESTPÊKÊ TIŞTEKÎ PARTIYÊ TINE BÛ
Xwişka Riza Altûn Zohre Altûn û xwişka Alî Haydar Kaytan Selma Kaytan ku ji Elmanyayê tevlî bîranînê bûn, axaftin kirin.
Zohre Altûn beşdar silav kir û got, "Hem hevalê Riza hem jî hevalê Fûat ji rojên destpêkê yên têkoşînê heta bi kêliya şehîd bûn, kedeke mezin dan. Dema destpêkê hem têdikoşiyan hem jî karkerî dikirin. Dema destpêkê tiştekî partiyê tine bû. Di serî de hevalê Hakî Karer hemû kadroyan hem mirov bi rêxistin dikirin hem jî pêwîstiyên madî yên partiyê tedarik dikirin. Eger îro têkoşîn gihîştibe vê astê bi saya ked û dilsoziya van hevalan bûye. Bûyîna mirovên destpêkê tiştekî bi vî rengî girîng e. Em heta dawiyê bi wan re dilsoz in, dilsozê Rêbertî ne, dilsozê şehîdan e. Heta ku têkoşînê bi ser bixînin em ê dest jê bernedin."
SELMA KAYTAN: DIVÊ EM WEKE WAN BI BIRYARDARÎ BIMEŞIN
Selma Kaytan jî diyar kir ku kekê wê di zarokatiyê de jî dixwend, girîngî dida perwerdeyê. Selma Kaytan anî ziman ku bandora Komkujiya Dersimê ya 38'an li ser Kaytan gelekî zêde bû û got, "Ji ber vê yekê şoreşgerî kir. Piştî ku Rêber Apo nas kir, tevlî wî bû. Bi wî re meşiya, hevrêtî kir. Hevalê Riza jî bi heman rengî bû. Ji bo gelê Kurd, ji bo hevrêyan şehadetên giran çêbûn. Lê belê em hemû bi vê zanin; çawa ku hevrê Riza û Fûat bi dilsoziya bi têkoşînê re meşiyan, divê em jî bi heman biryardariyê bimeşin. Pêvajoyeke nû destpê kir, Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Baweriya me hemûyan a bi wî re, dilsoziya me ya pê re tam e. Bi bîranîna şehîdan re em dibêjin, em ê bi Rêber Apo re bin."
Zohre Altûn û Selma Kaytan bîranînên têkildarî şehîdan parve kirin.
AYDAR: DERWÊŞÊN SEDSALA 21'Ê BÛN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî beşdarî bîranînê bû, şehîd bi bîr anî û got, "Her yek ji wan ji bo mirovahiyê abîde bûn, şoreşgerên mezin bûn. Gelek gotin hene ku der barê wan de dikarin bêne gotin. Vegotina wan hem zehmet e hem jî rûmet e. Ji destpêka tevgerê heta bi kêliya şehîd bikevin bi coş û dilsoziyeke mezin têkoşiyan. Tevgera ku bi komeke biçûk destpê kir îro gihîştiye bi milyonan mirovî ku di vir de kedeke mezin a van hevalan heye. Bi rastî jî hevrê Fûat û Riza derwêşên sedsala 21'ê bûn Bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe derwêş bûn, bi hezaran kadro gihandin. Dilsoziya bi van hevalan re berpirsyariyeke mezin ferz dike. Kongreya 12'emîn a partiya me diyarî hevrê Riza û Fûat hate kirin. Ew sembola şoreşê û jiyana azad in. Xwedîderketina li bîranîna van hevalan bi dilsoziya bi Rêbertî dibe. Van hevrêyan herî zêde Rêber Apo fêhm dikirin. Em ê xewn û xeyalên hevrê Fûat û Riza pêk bînin. Soza me ji hevrêyên me re ye, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, bi hev re bi Rêber Apo re li Kurdistana azad em ê azad bijîn."
Piştî axaftinan Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat helbesta siyasetmedar Cûma Tak a li ser Alî Haydar Kaytan û helbesteke Alî Haydar Kaytan xwend. Piştî ku beşdarên merasîmê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, merasîm bi dawî bû.