Erdogan dijminantiya xwe ya Kurdan dûbare kir

Serokkomarê Tirk Erdogan têkîldarî êrîşên xwe yên li hember Rojava, daxuyaniyên DYA û NY dike hedef kirin. Li ser banga NY a “topbarana li ser Sûriyeyê bi dawî bikin”, got wê bomberdûman dewam bikin.

Erdogan ji qeymeqaman re axivî, dîsa NY û DYA kir hedef. Erdogan der heqê DYA ya gotibû “wê piştgiriya me ji YPG’ê re bidome” daxuyanî da, wiha got: “Ez di fêmkirina DYA de zehmetiyan dikşînim. Em in dostê te an PYD ye?”

Erdogan daxuyaniya NY a ji bo artêşa Tirk topbarana li ser Rojava bi dawî bike jî xist rojeva xwe, da xuyakirin ku wê bomberdûman bidomin.

Erdogan dîsa axaftinên nakok li pey hev rêz kir, wiha axivî: “Ka wê hêzên koalîsyonê bi hev re tevbigeriya. Dibêjin topbaran li ser PYD û YPG’ê bi dawî bikin. Mixabin, ti nêrînek me yê wisa tineye. Divê ti kes xwe nexapîne, dîmenê Sûriyeyê pir zelal e. Ti niyaza Rûsya ya têkoşîna bi DAIŞ’ê re tineye.”