Walîtiya Tirk ji Mîdyatê cerdevan şand Hezexê

Piştî ku 12 ji cerdevanên li Hezexê xwestin îstifa bikin, Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ji bo tevlî operasyonan bibin cerdevan ji Mîdyatê şand Hezexê.

Hêzên dewlet Tirk ên li navçeya Şirnex Hezexê dest bi operasyonên ji bo qirkirinê kirine, dixwazin cerdevanan jî tevlî van êrîşên xwe bikin.

Piştî ku 12 ji cerdevanên li Hezexê xwestin îstifa bikin, Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ji bo tevlî operasyonan bibin cerdevan ji Mîdyatê şand Hezexê.

Cerdevanên gundê Heskan ê ser bi navçeya Mêrdîn Mîdyatê, ji bo tevlî operasyonan bên kirin sewqî Hezexê hatin kirin.