DYA: Di nava sal û nîvekê de 26 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Hat ragihandin, di şerê Kurdan, hêzên herêmî û êrîşên hewayî yên welatên koalîsyonê de bi qasî 26 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Hat ragihandin, di şerê Kurdan, hêzên herêmî û êrîşên hewayî yên welatên koalîsyonê de bi qasî 26 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê DYA'yî ji televîzyona CNN re axivî û diyar kir, di êrîşên hêzên koalîsyonê yên li hemberî DAIŞ'ê de, di nava sal û nîvekê de 26 hezar çete hatine kuştin. Rayedar da xuyakirin, ku ev hejmar hejmara encama êrîşên li Iraq û Sûriyeyê ne û anî ziman, ku ev yek texmînek e.

Der barê bîlançoya êrîşên hewayî yên koalîsyona navneteweyî ya di sala 2014'an de bi pêşengiya DYA li dijî DAIŞ'ê ava bû de agahiyên cuda tên dayîn. Di daxuyaniyek Adara 2015'an de hat ragihandin ku 8 hezar 500 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin. Hatibû ragihandin ku ev hejmar di dawiya sala 2015'an de gihaştiye 20 hezarî.

Li ser rûyê erdê jî, hêza herî girîng û bi bandor a li dijî DAIŞ'ê weke YPG û hin rêxistinên Sûriyeyî yên bi pêşengiya YPG'ê hat nîşandan.

Li aliyê din, çeteyên DAIŞ'ê yên di mehên dawî de li Rojava, Sûriye û Iraqê derbên giran xwar, ji aliyê aboriyê ve jî qels bû. Li gorî agahiyên ji aliyê sivîlên ji Reqayê yên xwe li welatên rojavayî girtine ragihandin, çeteyên ji hatineyên petrolê bêpar mane, di berdêla pereyan de sûcdarên li girtîgehan berdidin.