ROJEVA 16'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Çalakiyên bîranînê yên ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn têne lidarxistin wê werin şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku PKK'ê berxwedaneke ji 52 salan li dîrokê hişt û got, "Li pêşberî gava dîrokî ya ku Rêber Apo dixwaze biavêje divê em bi moral, hişmendî û berxwedaneke mezin dest bi pêvajoya nû bikin. Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin."
Ji Apoyiyên destpêkê Mûstafa Karasû qala hevrêyê xwe yê 52 salan Alî Haydar Kaytan kir û got, "Rola hevalê Fûat a ji bo bihêzkirina rêxistinê, fêhmkirina Rêbertî gelekî xurt bû."
Dîmenên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê wê bêne weşandin.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Besta Botan destnîşan kir ku wê ji ber PKK'bûyîna xwe timî bi rûmet û serbilind bin.
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Emîne Akça bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê kir ku beşdarî merasîma bîranînê ya 18'ê Gulanê ya li Kolnê bibin ku wê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bê lidarxistin.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Cûma Bilikî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk xwe nede ber nêzîkatiya civaka demokratîk divê alternatîfên wan ên cuda hebin û got, ew dilsozê stratejiya Rêber Apo ne.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser biryara dîrokî ya PKK'ê û got, "Êdî dem hatiye ku ji bo aştî û demokrasiyê rûpelekî nû bê vekirin.