Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir, bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan re pirsgirêkênvî welatî çareser nabein û destnîşan kir, ku divê êdî Ocalan di nava şert û mercên azad de bi rola xwe rabe.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR
çarşem, 17 reşemiyê 2016, 07:00
Revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re, 17 sal li dû xwe hişt. Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi parêzer, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve bi malbat û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî bi heyetên siyasî re nikare hevdîtinan bike.
Endama Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê û Parlamenter Pervîn Bûldan, bandora tecrîda giran a li Îmraliyê li ser şerê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxand.
Bûldan bal kişand ser bal kişand ser 17 salên di ser komloya navneteweyî re derbas bûye û anî ziman, ji roja destpêkê ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan eheye. Bûldan diyar kir, her çend di nava 17 salan de çend hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin kirin jî tecrîd sal bi sal hat şidandin û got, "Vîna siyasî ya ku bi taybetî di 3 salên 'pêvajoya çareserî û muzakereyê' de digot tecrîd hatiye rakirin, mercên ragirtina Ocalan hatine guhertin, îro di nava tecrîdê de tecrîdê dimeşîne. Tecrîd di heman demê de lihemberî gelê Kurd tê meşandin. Ji ber ku Ocalan di heman demê de vîna gelê Kurd e. Lewma bûyerên li Kurdistanê diqewimin û yên biqewimin bi vê rewşê ve girêdayî ye. Gelê Kurdistanê jî bi vê zanebûnê nêzîk dibe û li ber xwe dide; lê belê bêedngiya Kurdên li metropolên Tirkiyeyê cihê gumanê ye. Ev tecrîd ancax bi berxwedana Kurdan re dikare ji holê were rakirin."
'DIVÊ EWROPA HÎN BÊHTIR BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'
Bûldan bibîr xist, ku parêzerê Nelson Mandela jî di nav de heyetek li ser navê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî hat Tirkiyeyê, daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kir û got, "Destûr nedayîna heyetê, ji bo kûrkirina tecrîdê û veşartina vê rastiyê ji raya giştî ya cîhanê ye. Di vê mijarê de pêwîste welatên Ewropayê bêhtir bi berpirsyarî tevbigerin. Ji ber ku nabe vîna gelekî bê tecrîdkirin."
'LI SER EWLEKARÎ, JIYAN Û TENDURISTIYA WÎ ENDÎŞEYÊN ME HENE'
Bûldan ragihand, herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de wan li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirine û da zanîn, ne tenê heyeta siyasî tê astengkirin, di heman demê de mafê hevdîtinê yê malbatê jî ji dest hatiye girtin. Bûldan got, "Ev demeke dirêj e li ser ewlekarî, jiyan û tenduristiya Ocalan endîşeyên me hene. Lê belê bi ti awayî nahêlin em hevdîtinê bikin. Weke malbat û heyetê em timî daxwaznameyan didin, lê bersiveke erênî ji me re nayê dayîn. Lewma endîşeyên me mezin in. Ji bo ji holê rakirina van gumanan, divê derhal destûra hevdîtinê bi Ocalan re were dayîn."
'OCALAN ŞENSEK E'
Bûldan ji bo qedandina vê rewşa kaosê ya li Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya hevdîtinek li Girava Îmraliyê û got, "Hevdîtina bi Ocalan re were kirin, ji bo rêveçûna Tirkiyeyê û aştiya civakî gelekî girîng e. Pêwîste vîna siyasî vê yekê bi vî rengî binirxîne. Ocalan bûyerên îro diqewimin ji berê ve dîtibû û di vî warî nêrînên xwe bi me re parve kiribû. Hemû pêşdîtinên Ocalan di hevdîtinan de ji me re ragihand, îro yek bi yek li Rojhilata Navîn diqewimin. Me jî ev nêrînên wî bi rayedarên dewletê re parve kirin. Lewma ew jî gelekî baş dizanin, ku Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê jib o demokratîkbûyîn û aştiya li Rojhilata Navîn şensekî gelekî mezin e. Divê vîna vî welatî bi rê ve dibe, vê şensê nas bike. Bi tecrîda li ser Ocalan re pirsgirêkên vî welatî çareser nabin. Ew jî gelekî baş bi vê dizanin. Lewma divê di nava şert û mercên azad de Ocalan bi rola xwe rabe."
'OCALAN ALÎGIRÊ ŞEREKÎ NE BI RIJANDINA XWÎNÊ Û NE BI ŞER E'
Bûldan destnîşan kir, ku ji vê wextê û pê ve divê êdî azadiya Ocalan bikeve rojevê û got, "Ji bo azad bibe, pêwîste nîqaşeke berfireh were destpêkirin. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û Rojhilata Navîn, divê firsend bê dayîn ku Ocalan di nava mercên azad de bi rola xwe rabe. Ocalan timî dide xuyakirin, ku ew alîgirê çareseriyek li dûrî şer, li dûrî xwînê ye. Eger hevdîtinek li Girava Îmraliyê were kiri, wê îro jî di heman çarçoveyê de bangên girîng li mûxatabên xwe bike. Yekane kesê baweriya xwe pê heye ku pirsgirêk li dora maseyekê dikare bê çareserkirin Ocalan e."
'DI HEVDÎTINA DAWÎ DE LI SER HATINA HEYETA ŞOPANDINÊ HATIBÛ RAWESTÎN'
Bûldan da xuyakirin, ku di hevdîtina herî dawî ya li Îmraliyê de Ocalan bi israr gotibû divê heyetek çavdêr tevlî hevdîtinan bibe û got, "Eger ev hevdîtin pêk were, divê ev daxwaza Ocalan bi cih were anîn. Çûyîna girava Îmraiyê bi çavekî sêyemîn, bi heyeta çavdêriyê re wê tevkariyê li çareseriya van pirsgirêkan bike. Çûyîna heyeta şopandinê di heman demê de wê weke dema destpêkirina muzakereyê jî destnîşan bikira. Ocalan hînê li benda hatina vê heyetê ye. Eger hevdîtineke nû bi heyeta şopandinê re were kirin, ev yek wê muzakereyê bide destpêkirin. Ev yek jî wê tevkariyê li qedandina pêvajoya şer bike. Girîng e bi vî rengî were xwendin. Yên vî welatî bi rê ve dibin, divê bibînin astengkirina hevdîtina bi Ocalan re çi bi vî welatî dide windakirin. Lê belê mîna kor, lal û keran tevdigerin."